Jinan li Balikesîrê girtina Semra Guzel şermezar kirin 2022-09-08 08:41:53   BALIKESÎR - Rêxistina HDP'ê ya Balikesîrê, kirina muameleya ne baş a li Semra Guzel û girtina wê şermezar kir.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Balikesîre girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel şermezar kir. Her wiha Semra Guzel di dema binçavkirinê de bi muameleya ne baş rû bi rû mabû. Jinan di heman demê de ev muameleya ne baş jî şermezar kirin. Ji bo şermezarkirinê li navçeya Altinoluk a Balikeserî daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest parlamentera min îradeya min nede" hat vekirin. Her dowizên "Dest parlamentera min nede","Jin jiyan azadî","Li îradeya xwe xwedî derkeve Semra Guzel îradeya me ye","Semra Guzel rûmeta me ye" hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Em bi berxwedanê bi ser bikevin" hat berzkirin. Metna daxuyaniya ku gelek kes beşdar bû ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Balikesirê Gulay Çelik ve hat xwendin.    'Em ê li îradeya gel xwedî derkevin'   Gulayê bal kişand ser şêwaza Wezîrê Karê Hundur û muameleya ne baş a li Semra Guzel hat kirin û wiha got:"Polîtîkayên ewlehiyê, hewldana tasfiyekirina siyaseta demokratîk, helwestên dijminatiyê yên li dijî kurdên hatine hilbijartin nîşan dide ku mijara meseleya kurd çiqasî tê kûrkirin. Lê belê em ê bi hev re têbikoşin û li îradeya gel xwedî derkevin."