MED-DER'ê rapora xwe ya derbarê zimanê kurdî de aşkere kir 2022-09-07 16:46:41     AMED - MED-DER'ê rapora ku ji hêla Navenda Lêkolînên a Sosyopolîtîk ve hatiye amadekirin di civîna çapemeniyê de parve kir û bal kişand daxwaza perwerdeya zimanê dayikê.     Ji hêla Navenda Lêkolînên a Sosyo Polîtîk ve derbarê kursên ziman ên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) de raporek amade kir. Rapora ku hatî amadekirin ji hêla MED-DER'ê ve bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hat ragihandin. Civîna çapemeniyê li avahiya MED-DER'ê pêk hat û pankarta "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye" hat vekirin. Hevserokê MED-Der ê Rifat Ronî û mamosteyên komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn.    Rapor ji aliyê rêvebirên MED-DER'ê Dîlan Guvenç û Nesîp Gultekîn ve kurmancî û kirmanckî hat xwendin.   'Daxwazên perwerdeya ziman zêde bû'    Dîlan, anî ziman ku li Tirkiyeyê daxwazên perwerdehiya zimanê dayikê demekê dirêj e di rojevê de ye. Dîlan, bi lêv kir ku bi salan ji hêla  rêxistinên sivîl ve kursên zimanê dayikê hatin dayîn û got: "Di navbera salên 2012 û 2013’yan de hewldanên parastin û hînkirina zimanê dayikê gaveke pêşve çû. Di dibistanên navîn de hefteyê du seatan bi navê 'zarava û zimanên zindî' ket rojeva Wezareta Perwerdehiyê. Hîn daxwazên perwerdehiya zimanê dayikê nehatibe  qebûlkirin jî ji 2000’î heta niha di daxwazên perwerdehiyê de zêdebûnek heye. Bi vê yekê re hejmara kurs û kursiyeran jî zêde bûne. Tê ditîn ku bi taybetî di dema pandemiyê û piştî pandemiyê de daxwazên kursên kurmancî û zaravayên din zêde bûne."    Rapor hat amadekirin   Dîlan, destnîşan kir ku di vê babetê de navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ji bo bizanibe daxwaz, sedem û nasnameya kursiyerên ku dixwazin kurmancî û zaravayên din hîn bibin çi ne xebateke lêkolînê pêk aniye û axivî: "Lêkolîna ku di destpêkirina COVÎD-19’an navbera salên 2020 û 2022’yan de hat kirin daneyên MED-DER ê ku bi giştiya Tirkiyeyê û ji derveyê sînor jî gelek kursiyerên wê hene esas hatin girtin. Daneyên hatin venêrin ewil derbasî SPSSyê hatin kirin. Piştre daneyên ku li gorî tablo û grafikan hatin analizkirin bi analîzên zayend, sal û zaravayên beşdarvanan hatin danberhevkirin."   Rapora ku ji 66 rûpelan pêk tê hat aşkere kirin:    "* Li gorî daneyên MED-DER'ê ku bi pergal kursên Onlien û rû bi rû dide, serîlêdanên kursan bi rêk û pêk zêde bûne. Di sala 2020’î pêvajoya pandemiyê de 292 kursiyer beşdarê kursan bûne. Di sala 2021’ê de ev hejmar bûye 397 di sala 2022’an ji heta meha tebaxê  de jî bûye 803 kes . Di sala 2020’î de serdemek û onlien, di sala 2021’ê de jî dîsa serdemek û kursên onlien û rû bi rû dane. Di sala 2022’yan de jî du serdem bi Onlien û rû bi rû hatine amadekirin.   * Li gorî daneyên salan ji kursan re di sala 2020’î de ji 34 bajarên Tirkiyeyê, ji Emerikayê, ji Ewropayê, ji Başûr û ji Rojhilat beşdarî pêk hatine. Di sala 2021’ê de ji 41 bajarên Tirkiyeyê, ji Ewropa û Emerikayê, ji Başûr û Rojhilat beşdarî pêk hatine. Sal bi sal hejmara beşdarvanan û kursan zêdetir dibin.   * Li gorî daneyên sê salan jî tê dîtin beşdarvanên jin ji beşdarvanên mêr zêdetir in.   * Di sala 2020’î de %36,4ê beşdarvanan xwendekar, % 13,4 mamoste, % 13 ji pîşeyên din in.                             * Di sala 2021’ê de % 35,5 xwendekar, % 15,4 pîşeyên din, % 9,8 karker in.   * Di sala 2022’yan de % 31,6 xwendekar, % 13, 2 pîşeyên din, % 10,6 yên betal/ ên kar digerin in.   * Li gorî daneyên 2021’ê jî li gorî 2022’yan jî %77, 1’ ê beşdarvanan di temenê 18-34 an de ne. Yanî yên serî li kursê didin zêdetir ciwan in.   * Beşdarvanên ku di sala 2020’î de serîlêdane ji wan  % 85,3, yên di 2021’ê de serîlêdane % 82,4 yên di 2022’an de serîlêdane jî % 83,7ê wan kurmancî dipeyîvin. Yên 2022’yan serîlêdane hinek ji wan gotine bi zaravayê goranî, dimilî û soranî ji dipeyîvin. Ji bilî van yên di 2021’ê de serîlêdane ji wan % 2 gotine qet bi zaravayeke kurdî  jî napeyîvin ev rêje di sala 2022’an de derketiye %3,9an. Wekî ji bersivên din jî tê fahmkirin kesên qet kurdî nizanin van bersivan dane.   * Di sala 2020’î de pirsa 'hûn çiqas dikarin bipeyîvin' re bersiva beşdaran % 9, 5 pir baş, % 42, 7 baş, % 34, 9 hindik, % 12,9 jî gotine qet nizanin.   * Di sala 2021’ê de jî asta zanîna kurdî ya beşdarvanan; % 12, 3 pir baş, %41,2 baş, % 30, 5 hindik, % 11,8 jî qet nizanin. Di sala 2022’an de jî rêje wiha ye; %11,5 pir baş, %41,2 baş, %30,5 hindik % 16,8 jî gotine qet nizanin.   * Beşdarvanên ku di sala 2022’yan serîlêdane zêdetirê wan yên qet kurdî nizanin ev yek balkêş e. Hem zêdebûna kursiyeran hem jî zêdebûna rêjeya zanînê dide nîşandan ku ew ê baldariya perwerdehiya kurdî her biçe zêdetir bibe.   * Di sala 2020 û 2022’yan de ji kursiyeran re hatiye gotin 'hûn çima tên kursê?'   * Di sala 2020’î de bersiva ewil; ji bo ez zimanê xwe baştir hîn bibim, ji bo zimanê min ê zikmakî ye, ji bo ku ez kurd im dane. Ji wan %4,8 jî gotine ez dixwazim zaravayekî din hîn bibim. Bersiva sala 2022’an jî wek yên din in.   * Di sala 2020’î de ji 4 kursiyeran 3 ji wan xwestine ji destpêk yan jî asta yekemîn dest pê bikin, di sala 2021’ê de ji 5 kursiyeran 3 ji wan heman tiştî gotine, di sala 2022’an jî ji 4 kursiyeran 3 heman tiştî gotine. Daxwaza asta destpêk û yekemîn nîşaneya kursiyer kêm kurdî dizanin e."   Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.