9'emîn dozgerê dosyaya Malbata Şenyaşar hat guhertin 2022-09-07 13:34:44     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 548'an de berdewam dike. Her wiha dozgerê 9'emîn a ku dosyaya lêpirsîna li nexweşxaneyê ya têkildarî komkujiya li ser Malbata Şenyaşar dişopîne jî hate guhertin.   Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatê di roja 548’an de berdewam dike.    Komkujiya ku Malbata Şenyaşar di heman rojê de pê re rû bi rû ma jî, weke “kargeh û nexweşxane” veguherî du dosyeyên cuda. Dosyaya di 2’yê nîsana 2021’ê de li ser êrişên li cihê kar ên malbatê bi dawî bû û Fadil Şenyaşar ê ku di bûyerê de 2 bira û bavê xwe winda kir 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê ku li Fadil Şenyaşar ê ku zêdeyî 4 sal in li Girtîgeha Elezîzê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di pêvajoya îstînafê de ye.   Di demekê de ku lingê dadgeha herêmî ya derbarê cihê kar de temam dibe, di dosyaya lêpirsîna Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku di esasê de qetlîam li wir hat kirin de zêdetirî 4 sal in “biryara nepenîtiyê” heye. Esvet Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal Şenyaşar li nexweşxaneya ku rayedarên dewletê (wezîr, walî, midûrê emniyetê, qeymeqam û polîs) lê amade bûn, hatin qetilkirin. Hat îdiakirin ku piştî qetlîamê kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê hatine dizîn.    Di 22’ê nîsana 2022’yan de, bi qasî 4 sal piştî bûyerê, ji ber têkoşîna edaletê ya malbatê nîşan dayî û bûyerên li nexweşxaneyê qewimîn, di nav de birayê Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz bi giştî 4 kes hatin girtin. Ferît Şenyaşar û parêzerê wan Bûlent Dûran ku duh xwestin di derbarê geşedanên dosyayê de agahiyê bigirin, hat zanîn ku dozgerê dosyayê cara 10’emîn hatiye guhertin. Bi vî awayî di dosyaya lêpirsînê de ev bû 10'emîn guhertina dozgeriyê ku ev zêdeyî 4 sal in veneguheriye dozê.   Malbatê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag etîket kir û got, “Dadgeha Rihayê berdewame ku derbasê dîrokê bibe. Li saziya dewletê li ber kamerayan sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Dozgerê dosyaya 9'emîn ku dosya bi rê ve dibir çû. Dozgerê 10'emîn hat. Di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê dewam dike.”