Ji ber maşîneya zirxî li wesayîtekê qelibî, jinek bi giranî birîndar bû 2022-09-07 12:16:02     MÊRDÎN - Li ber nokteya kontrolê ya li navçeya Artûklûyê maşîneya zirxî ya leşkerî li wesayîtekê qelibî. Ji ber vê yekê jina ku di wesayîtê de asê ma bi giranî birîndar bû.    Li ber nokteya kontrolê ya li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, maşîneyeke zirxî ya leşkerî li wesayîta bi pîleqeya 47 KY 384 da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dema wesayîtê xwest ji aliyê çepê ve derbas bibe, di encama lêdana wesayîta leşkerî de teqle avêt û berovajî bû. Di encama qezayê de jina bi navê Nûray Ozdemîr di wesayîtê de asê ma. Bi mudaxileya kesên li derdorê jin ji wesayîtê hate derxistin û tîmên tenduristiyê ku çûn cihê bûyerê Nûray rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hate diyarkirin ku rewşa jina bi giranî birîndar bûye bixeter e.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.