Jinan bang li îktidarê kirin: Em ê hewldana we ya bêîtibarkirinê vala derxin 2022-09-06 15:22:18     STENBOL - Bi pêşengiya TJA'yê gelek jinan ji bo Parlamentera HDP'ê ya Amedê, Semra Guzel li Meydana Bagcilar hatin gel hevdu û gotin:"Em ê hewldana we ya bêîtibarkirina jinên kurd û zextên we vala derxin."   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jin li Meydana Bagcilar hatin gel hevdu û ji bo Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel bertek nîşan dan. Jinan di heman demê de bertek nîşanî îşkencekirina Semrayê ya dema binçavkirinê dan. Gelek saziyên jinan piştevaniya çalakiyê kirin.    Jinên hatin meydanê pankarta "Hûn nikarin serî bi jinên kurd bidin tewandin" vekirin. Jinan lîrandin û dirûşm "Semra Guzel rûmeta me ye","Semra Guzel îradeya me ye" berz kirin.    Piştre Aktivîsta TJA'yê Tugba Ulug da zanîn Semra rêhevala wan e û ew ne îro ne jî sibehê serî ditewînin. Tugbayê got Semrayê ne bi tenê ye.    Çalakî bi dirûşm, lîrandin û çepikan bi dawî bû.