ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-05 09:00:00   *Yek ji derhênera Kovara Destar Jîn Aryen 5’emîn hejmara kovarê nirxand û da zanîn ku dê çand û jiyana kurd ji aliyê her kesî ve bê zanîn û got têkoşîna wan şikandina polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember zimanê kurdî ye. DÎMEN HEYE   *Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîtan Doku ya li Dêrsîmê winda bû 31 mehe tu agahî jê tune ye. Dîmenên ku derketin holê û hat diyarkirin wê pêşketina lêpirsînê biguherin, ji meha hezîranê de ye li Buroya Krîmînal a Netewî ye.   *Jinên HDP’yî diyar kirin ku polîsan kujerên Denîz Poyraz bi gotina ‘abîcîm’ parastine û nêzîkariya li hember Semra Guzel a HDP’î bi bîr xistin û gotin: “Tu car wê manîpulasyonên li hember şikandina îradeya gel cihê xwe nebînin.” DÎMEN HEYE   *Li gorî danemeyên me ji çapemeniyê kom kirine di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 heban jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3'ayan jî biguman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA ŞÎDETÊ YA MEHA TEBAXÊ