DFG’ê rapora xwe ya meha tebaxê aşkere kir: 79 rojnameger girtî ne 2022-09-04 12:09:32     AMED - DFG'ê di rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha tebaxê ku aşkere kir de go: “Li Tirkiyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 79’an. Li  rojnamegeran gef hat xwarin û êrîşî rojnamegeran kirin.”   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û binpêkirina mafan li hemberî saziyên çapemeniyê ya meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di rapora ku hat parvekirin de, hat diyarkirin ku 79 rojnameger girtî ne û li rojnamegeran gef hatine xwarin.   Rapora DFG'ê ya meha tebaxê wiha ye:    “Em wek Komaleya Rojnamegerên Dicle Fırat ji roja avabûn û şûn ve me bi raporên xwe yên mehane û salane, êrişên bi ser çapamenî û azadiya ramanê de hatine kirin, girt bin qeydan. Bi amadekirina kar û xebatên raporê ji hêlek ve me kiryarên pêk hatin ji bo raya giştî aşkera kirin û ji hêleke din ve jî li gel sazî û xebatkarên hevpîşeyên xwe em li  van qedexe û binpêririnan têkoşiyan. Me bi mabesta ku ev êriş û binpêkirinên li dij rojnamegeran û azadiya ramanê pêk tên kêm bibin rapor amade kirin. Sed mixabin di cihê kêm bibin de di her rapora tê amadekirin de em neçar dibin ku van kiryarên bêyon ên zêdetir dibin di raporên nû de bi cih bikin. Naverokava rapora me jî aşkera dike ku di vê meha bihorî de jî yekser ji ber xebatên pîşeyî li rojnamegeran zext û êri hatine kirin û gefên binçavkirin û girtinê li wan hatine xwarinwan hatine xwarin.   Binpêkirinên mafan ên li hemberî rojnamegeran wiha ne:   *Ev desthilatdariya bi gavên xwe rojnamegeriyê diqedîne, nûçeyên ne li gor xwe, nûçeyên rexne dike, binpêkirinan aşkera dike jî biryara qedexeya xwe negihiştinê datîne ser wan. Di meha borî de 4 malper hatin girtin. Biryara qedexeyayan a li ser nûçeyan derketiye  114 nûçeyan.     *2 rojnamegerên din hatingirtin. Li Tirkiyê hêjmara rojnamegerên girtî derket 79’an.   *Binpêkirinên di nav mehê de li dij rojnamegeran hat kirin, raste-rast di qada şopandina nûçeyê de bûn. Taybet jî di çalekiyên civakiyê yên rastê êrişên polêsan hatin de li hember rojnamegeran asteng kirin, bikaranîna tundiyê, binçavkirin zêdetir bûn. Di kîte-kîtên raporê de ev hatibin bi cih kirin jî bal kişandina ser çend ji wan girîng e.   *Nûçegîhanê Rojnameya BirGün Îsmail Arî dema li navçeya Çekmekoy a Stenbolê nobeta parkê dişopandin ji aliyê Alîkarê Midûrê Polîsê Çekmekoyê ve gef lê hat xwarin. Alîkarê Midûrê Polîsên Çekmekoyê ji bo Arî xebatên li ser xaka leşkerî pêk tên kişan gef lê xwar û got ‘Tu bisekine derbarê te de gilî heye, ez ê te jî bigrim.’   *Nûçegihanê Rojnameya BirGün Îsmaîl Arî yê nûçeya qirkirina darên Qişleyan Çekmekoyê kir nûçe û dixwestin li pêşiya heman Qişleyê daxuyaniya Alîkarê Serokê Berpirsê Giştiyê Parastina Mafê Xweza û Hawirdorêyê CHP’ê Alî Oztunç bişopîne rastî êrişa 15-20 kesên badîgarên taybet hat.   *Rojnamegerên xwestin mudaxeleya polîsan ya li dij meşa ciwanên ku piştî mitînga HDP’ê li Qada İstasyonê ya Amedê pêk hat bikşînin polîsan êrîşî wan kir.   *Ji ber ku siyaseta necezakirinê di meriyetê de ye her diçe asta van êrişan jî zêde dibe. Radeya êrişan li Wanê li ser Rojnamegeran derket asta gefên kuştinê.   *Di 1’ê Îlonê de li Wanê girseya gel piştî destpêkirina mitînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û şûn ve polîs ligel girseya gel rojnameger jî kirin hedef û êrîş bir ser wan. Polîs kişandina dîmenê  meşê asteng kir, nûçegihanek da berderban û kamereyek şikand. Polîs bi vê êrişê nehat ser, di kêliyên nûçegîhanên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê (MA)  ku endamên komaleya me ne jî karên xwe yên pîşeyî dikirin gef li wan xwar û got ‘ez ê te bikujim û dê kes te nebine.’ Polîs radeya gefxwarinê asteke din jî rakir û çek li rojnamegeran kişand. Bi vê kiryara xwe nîşan dan ku gefa wî ne tenê gotin e, Aliyê xweyê kuştina raste rast nîşan da.   Em wek Komaleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê bang li derdorên berpirs dikin û dibêjin: ‘derbarê xwediyê van kiryarên gefan û zextan de demildest lêpirsînên edlî û îdarî bidin destpêkirin.   Heta ku li dij rojnameger û rojnamegiriyê êriş û binpêkirin bidawî nebin, heta ku hemû hevpîşeyên me serbest neyên berdan em ê têkoşîna xwe ya li ser mijarê bê navber gurtir bikin. Banga me ji bo hemû rojnameger û saziyên rojnamegeriyê jî ev e ku ji bo ji vê rewşê re bêjîn werin em mil bi mil li gel hev li dij vê têbikoşin.”