Ji Baroya Amedê banga lêpirsînê 2022-09-04 10:26:19     AMED - Baroya Amedê dberbarê binçavkirin û girtina Semra Guzel de daxuyaniyeke nivîskî da.  Di daxyaniya li dîjî şîdeta li Semrayê di dema binçavkirinê de hat dayîn de hat xwestin ku demildest kiryar bên girtin  û cezakirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de parêzbendiya wê hat rakirin, berî bi du rojan hat binçavkirin û piştre jî hat giritn. Pêkanînên di dema binçavkirinê de yên li dijî Semaryê bûn sedema bertekan.  Barosuya Amedê ku derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da, diyar kir ku divê demildest der barê polîsên şîdet li sermrayê kirin de de lêpirsîn bê destpêkirin.   "Divê derbarê berpirsxan de lêpirsîn bê destpêkirin"   Di daxuyaniya ku bi sernavê "Em vê pêkanînan dijmirovî qebûl nakin de şîdeta li Semra Guzel hat kirin hat bibîrxisitn û wiha hat gotin: " Ev pêkanînên bi vî rengî di qanûnên neteweyî û navneteweyî tune ne. Di peymanên ku em jî li aliyên wan cih digirin de îşkence qedexe ye. Em van pêkanînên polîsan ên ku peywira wan derbas dike qebûl nakin. Em dibêjin bila demildest derbarê berpirsan de lêpirsîn bê destpêkirin û em ê jî şopdarên pêvahoya hiqûqî bin. Em vê bi raya giştî re jî parve dikin."