Li Hesekê civîna Meclîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê 2022-09-03 16:38:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê bi dirûşma "Bi îradeya jina azad û rêxistinbûyî em Sûriya pêşerojê ava dikin" civîna jinan li dar xist û bal kişand ser rol û mîsyona jinan.    Meclîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Bi îradeya jina azad û rêxistinbûyî em Sûriya pêşerojê ava dikin" li hola Reşo ya bakurê bajarê Hesekê bi tevlîbûna endamên partiyê û Kongra Star civînek li dar xist.    Meclîsa Jinan a partiyê bi heman rengî di 1'ê Îlonê de li Qamişlo civîna jinan li dar xistibû. Civîn ji bo 1'yemîn kongreya giştî partiyê tên lidarxistin. Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Kantona Hesekê Nuha El Yesawî li ser destkeftiyên jinan di hemû qadên siyasî, aborî û leşkerî de û qebûlkirina wê ya projeya neteweya demokratîk axivî.   Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Lîn El Zahir jî perspektîfên siyasî û rêxistinî yên Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê xwendin û got: "Ji destpêka damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê ve jinan bi rêya nivîsgehên xwe yên taybet, xwe bi rêxistin kirin. Roleke wan a sereke di nava partiyê de hebû. Di encama keda wê de û li ser esasê biryarên kongreya duyemîn a partiyê, di encama ked û fedekariyên mezin ên jinan de, Nivîsgeha Jinan veguherî Meclisa Jinan.   Di heyama du salan de, me ji bo yekkirina prensîb û armancên meclisê û mekanîzmaya karkirina wê bi rêya hevahengî, perwerdekirin û pêwendiya demkî kar kir da ku em bighêjin rêxistineke bihêz ku bikare di pêvajoya siyasî de, di qada civakî de û di hemû astên îdarî de pêşengiya qonax û nûnertiya siyasî bike. Di pêşketina gelê Sûriyê de û serkêşiya qonaxeke dijwar û girîng di jiyana sûriyan û dîroka Sûriyê de, herwiha di afirandina tecrûbeyeke nû ya demokratiyê û têkoşînê de, roleke stratejîk ya partiyê heye."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê Êvîn Mihemed jî behsa xebatên herî sereke û girîng ên meclisê kir.