HDP: Heta siyasetmedarên me azad bibin, wê têkoşîna me bidome 2022-09-03 16:07:16     STENBOL - HDP'a ku bertek nîşanî hedefgirtina parlamentera HDP'ê Semra Guzel da wiha got:"Çawa wek partiyek siyasî li dijî feraseta AKP’ê em têdikoşin, em ê li dijî her cure êrîşên wan jî têbikoşin."   Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî destgîrkirin û hedefgirtina Parlamentera Amedê Semra Guzel daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniya HDP’ê de ev tişt hatin gotin:   “Wekî ku tê îdiakirin parlamentera me ne li Edîrneyê, li Stenbolê hatiye destgîrkirin. Nûçeyên ku dibêjin perûk li xwe kiriye û hewl dide xwe kamûfle bike ne rast in. Heta roja îro hevalên me yên ku li dijî her cure êrîş li ber xwe dane, ne mimkûn e ji têkoşîn û berdêlên ku tê xwestin paş de gav bavêjin. Helbet baweriya me bi dadweriya siyasî ya ku di bin kontrola vê hikûmetê de ye nayê, helbet em bawer nakin ku ev dadwerî biryareke bêalî, serbixwe û bi wijdanî bide. Çawa wek partiyek siyasî li dijî feraseta AKP’ê em têdikoşin, em ê li dijî her cure êrîşên wan jî têbikoşin.   Zimanê hovane ku Soylu li hember parlementera me bi kar aniye nîşaneya asta wî ya exlaqî ye. Gendeliya ku wan çêkiriye ji Qesrê ber bi herî jêr ve belav dibe. Yên ku saziyên dewletê dikin xizmeta xwe, parlementerên xwe dikin amûra bertîl û gendeliyê, şêwirmend, rojnamevanên alîgir û polîsan dikin kulm di vê çerxa bertîl û gendeliyê de nikarin heqaretê li parlementerên me yên bi dengê gel hatine hilbijartin bikin.   Ger çîrokek revê bê nivîsandin, ne ji aliyê kesên ku li ser navê gel siyasetê dikin an jî berdêlan didin, wê ji aliyê kesên ku her nirxê vî gelî û civakê tine dikin, xesp dikin û dikin xizmeta desthilatdariyê ve bê nivîsandin. Rojên ku em ê li dijî manîpulekirina bertekên civakî yên li dijî pergala qirêj, desthilatdarî û medyaya wê ya ku siyasetmedarên Kurd bi qanûna kemînê dike hedef, li ber hiqûqê hesab bipirsin nêzik in.   Heta parlamentera me Semra Guzel jî di nav de hemû hevalên me yên dîl hatine girtin, siyasetmedarên me azad bibin û sûcdar bên darizandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”