Semra Guzel tenê nehat hiştin: Gelek kes li ber Edliyeya Stenbolê kom dibin 2022-09-03 15:13:07     STENBOL - Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a ji bo îfadeyê derket Edliyeya Stenbolê bi tenê nehat hiştin. Parlamenter û gelek endamên partiyan li ber edliyeyê kom bûn.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a ku hedef hat nîşandan û destnedayina wê hat rakirin do li Stenbolê hat binçavkirin. Semraya li Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê dihat girtin ji bo îfadeyê anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê.    Ji bo piştigiriyê hatin edliyeyê   Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besra Îşsever, Endamên PM'a HDP'ê Cengiz Topbaşli, Semiha Şahin, Seval Çadirci, endamê Lijneya Birêvebirinê ya HDK'ê Sedat Şenoglu û gelek kes hatin ber edliyeyê. Ketina edliyeyê ya girseyê hat astengkirin û girsa li ber avahiyê sekinî.    Parlamentera Semrayê bi tenê nehiştin   Ji aliyekî din ve parlamenteran jî Semrayê bi tenê nehiştin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, parlamenter Zuleyha Gulum, Huda Kaya û Ali Kenanoglu hatin edliyeyê û piştgiriya xwe pêşkêş kirin. Parlamenter ketin edliyeyê û ji parêzeran agahî girtin.    Sekinandina parlamenteran li edliyeyê ya girseyê jî ji derveyî edliyeyê didome.    Wê li dozgeriyê îfadeya wê bê girtin   Tê payin îfadeya Semrayê ya hat edliyeyê dest pê bike.