'Semra Guzel îradeya gel û jinan e' 2022-09-03 13:07:36     ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi daxuyaniya ji bo Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel a bû hedef û hat binçavkirin wiha got:"Em Wezîrê Karê Sûc ê ku parlamentera me kir hedef, hişyar dikin:Ne jinan kujerên jinan bigirin'."   Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel a bû hedef û hat binçavkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin polîtîkayên îktidarê yên bi vî rengî çawa do negihaşt armanca xwe îro jî wê negihêje armanca xwe.    Bersiva ji bo Suleyman Soylu: Kujerên jinan bigirin   Di daxuyaniyê de ji Suleyman Soylu re hat gotin kujerên jinan bigirin û wiha hat ragihandin:"Kesên nelirêtiyê dikin, diziyê dikin li vî welatî destên xwe kil dikin û dimeşin. Em Wezîrê Karê Sûc ê ku parlamentera me kir hedef, hişyar dikin:Ne jinan kujerên jinan bigirin'. Hûn ê nikaribibin bi parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal ên nîjadperestî, zayendperestî, netewperweriyê, dijminatiya jinê kûr dikin, sûcên xwe bigirin."   Semra Guzel îradeya gel e    Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Wê jin li dijî van polîtîkayên qirêj ên we çongê danînin. Em ê li her qada ku em lê ne bêjin 'Semra Guzel îradeya me ye'. Bila îktidara ku her carê dijminatiya jinê dike vê yekê baş bizanibe ku em jin naçewisin. Semra Guzel îradeya gel û jinan e."