Meral Daniş Beştaş: Tirkiyeyê got ez hiqûqê pêk naynim 2022-09-03 09:06:04     ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bersiva Tirkyeyê ya ku ya ji bo Abdullah Ocalan da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, nirxand û da zanîn ku di hiqûqê de rewşeke wek "maufiyet" ne mijara gotinê ye û Tirkiyeyê bi aşkera gotiye "Hiqûq heye lê ez pêk naynim, destura bingehîn heye lê ez guhdar nakim.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye 3 sale nikare bi parêzeran re hevdîtinê bike û 17 mehe jî tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên parêzeran ku hema hema her roj tên kirin jî bê bersiv tên hiştin an jî bi îdiaya ‘cezayên dîsîplînê hene’ bersiva neyînî didin.   Hevdîtin bi hincetên cuda tên redkirin   Tevî 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya di 18’ê tebaxa 2021’ê de hatibû dayîn û bidawî bibû, serlêdana parêzeran bi hinceta cezayekî din heye hat redkirin. Parêzeran di esasa vê biryara Dadgeriya Înfaza Bursayê de serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. Lê hîna bersivek nehatiye dayîn.   Ji mafê hêviyê bêpar e   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ji bo Abdullah Ocalan di 9’ê tebaxa 2022’yan de serî li Komiseriya Wezîran a Konseya Ewropa (AKBK) dan. Di serlêdanê de hat gotin ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar tê hiştin û AKBK’ê ji Tirkiyeyê heta dawiya meha îlona 2022’yan parastin xwest. Tirkiyeyê di 30’ê tebaxê de bersiv da Komîteya Wezîran a Ewropa û got; ‘Girtiyên cezayê girtîgeha muebeta giran girtine pêkane bi şert bên berdan lê bi îstîsna hinek sûc bêpar tên hiştin’  û gotin Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar hatiye hiştin û bersivên berê dabûn dubare kirin.   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş bersiva Tirkiyeyê nirxand.   Biryara DMME’ê ya der barê Abdullah Ocalan de   Meralê da zanîn ku li Tirkiyeyê ceza darvekirinê hatiye rakirin û li şûnê jî cezayê girtîgehê yê giran anîne û got: “Yên cezayê muebeta giran girtine piştî demekê şûnde tên berdan. Ji ber ne cezayê mirinê, divê hêvî hebe ku Abdullah Ocalan bê berdan û di çarçoveya hiqûqa giştî û çarçoveya Mafê Mirovan a Ewopa de tê nirxandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî di biryara der barê Abdullah Ocalan de jî vê dibêje. Kengê wê bê berdan, çiqas wê bimîne ji xwe 23 sal in girtiye. DMME di çarçoveya sererastkirinek qanûnî de vê îfade dike.”   ‘Têgeha muafiyet tune’   Meralê diyar kir ku DMME’ê der barê Abdullah Ocalan de biryarek binpêkirinê daye lê divê Tirkiyeyê di esasa biryara DMME’ê de sererastkirinek qanûnî di hiqûqa hundir de bikira û wiha dirêjî dayê: “Tê de Abdullah Ocalan jî heyî divê der barê girtiyên cezayên giran girtine de jî ev pêk bê. Lê heta îro tiştek nehat kirin. Li ser vê parêzer û saziyan serlêdanek duyem kirin. Bersiva ku Tirkiyeyê daye Komîteya Wezîran bersivek wiha ye ‘Em hiqûqê pêk naynin, me dest ji pêkanîna hiqûqê berdaye’. Têgeheke wek muafiyet di hiqûqê de tune. Ji bo her kesî hiqûq pêk tê. Li gorî 10’emîn Xala Destura Bingehîn  di hiqûqa hundir de jî di hiqûqa derve jî  her kes li ber destura bingehîn di bin ewlehiyê de ye. Em dizanin ku AKP û MHP hiqûqê pêk nayne. Tirkiyeyê bi bersiva ku daye jî ev îtîraf kiriye. Vê daxuyaniyê jî ji xwe nokteya ku desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiyê nîşan dide.”   Hewldan wê bidomin   Meralê di dawiya axaftina xwe de got parêzer û baro der barê bersiva ji bo Komîteya Wezîran hatiye dayîn de hewldanên xwe yên hiqûqî wê bidomîne û got hemû kesên li Tirkiyeyê behsa hiqûqê dikin divê îtîrazê biryara Tirkiyeyê bikin û  wiha dawî lê anî: “Hiqûq ji bo her kesî pêwiste. Hiqûq wê ji her kesî re pêwist be. Ne tenê ji bo jin, zarok, kurdan û Birêz Ocalan. Ji bo her kesî hiqûq pêwiste. Divê her kes li dijî vê bersivê dengê xwe bilind bike.”