'Ger Peymana Lanzarote rabe dê tecawizkar bên efûkirin' 2022-09-03 09:04:48     STENBOL - Psîkologa Klînîk Prof Dr. Gulten Sonmez Seber da zanîn ku piştî Peymana Stenbolê, niha jî Peymana Lanzarote ya ku zarokan diparêze ji aliyê deshtilatdariyê ve hedef tê girtin û got hewl tê dayîn îstîsmara zayendî ji sûc bê derxistin.   Destkeftiyên jinan yên di encama têkoşîna jinan de hatin bidestxistin ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve ji holê tên rakirin. Herî dawî serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi biryarnameyê peyman fesh kir. Niha jî Peymana Lanzarote ya ku zarokan ji her cureyê şîdetê, binpEnkirin û îstîsmarê diparêze, di hedefê de ye. Ev peyman navê wê ‘Peymana Konseya Ewropa ya der barê li dijî her cureyê îstîsmara zayenda parastina zarokan’ di 10’ê îona 2011’ê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê.   Peyman di bin tehdîdê de ye   Rêxistinên jinan bi salane ji bo Tirkiye vê peymanê pêk bîne têdikoşe. Di rojên borî de pisporên NY’ê,  der barê feshkirina Peymana Stenbolê de nêrînên xwe ji Daniştayê re ragîhandin, diyar kirin ku vekişîna ji peymanê di heman demê de CEDAW û Peymana Lanzarote dike tehdîdê. Pisporan gotin ji bo parastina mafê jiyana jin û zarokan divê peyman pêk bên.   Pispora Klînîk Prof. Dr. Gulten Sonmez Seber der barê mijarê de axivi û balkişand ser pirsgirêkên ku di encama rakirina peymanê de wê derkevin holê.   Ji bo berdana gumanbaran prova    Gultenê da zanîn ku desthilatdariyê ji bo peymana Lanzarote ji holê bê rakirin û îstîsmara zarokan û binpêkirina wan neyê dîtin di 2016’an de hinek xebat meşandine lê di encama berteka jinan de dest jê hatiye berdan û wiha got: “Dema pandemiyê de ji bo sûcên îstîsmara zayendî ya li hember zarokan bê efûkirin hinek xebat hatinkirin. Wek Peyman Stenbolê, hat gotin ku divê ji Peymana Lanzarote jî bê derketin. Nihar mijar dîsa anîne pêşberî me. Ez vê rewşê gelek bi fikar dibînim. Ji bo efûkirina gumanbarên îstîsmarê ev provayeke.”   ‘Bi saya peymanê qanûn hatin derxistin’   Gultenê wiha balkişand ser girîngiya Peymana Lanzarote: “Peyman ji bo jin û zarokan gelek girîng e. Xalên di peymanê de ji bo parastina zarokan a ji îstîsmarê zextê li parlamentoyan dikin ku qanûn bên derxistin. Peymaneke Komîsyona Ewropaye. Di parlamentoyê de qanûn hatin derxistin. Bi saya peymanê zarok carekê ligel psîkolog ji aliyê dadger ve hat guhdarkirin û dubare dubare zarok derneketin dadgehê.  Her wiha der barê hişmendîkirina zarokan peywir da ser rêveberiyên herêmî û her wiha peywir da ser malbatan ku hestiyar tevbigerin.”   Dixwazin sûcên zayendî ji sûc derxin   Gultenê destnîşan kir ku armanca peymanê ev e ku zarokan ji îstîsmara zayendî biparêzin, hişmendiyê biafirîne, welatan pêş bixîne û bernameyên perwerdê pêş bixînin. Gultenê di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Şaredariya Eskîşehîrê ji 2008’an şûnde bi salan pêk aniye. Lê piştî têkiliyên bi Perwerda Netewî re sar bû ev proje nîvco ma. Piştre li Dîlok, Mersîn, Stenbol û gelek bajarên din pêk hat. Lê li seranserê Tirkiyeyê belav nebû. Peyman dihat piştgûhkirin û her sal di roja mafê zarokan de dihat rojevê. Lê xwestin peymanê bidin jibîrkirin."   'Ger peyman rabe tecawizkar bên efûkirin'    Gulten, da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl û EŞÎK wê li dijî vê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di rewşa peyman bê rakirina de wê rîska daxwazê derkeve holê. Lê tu zarok li dijî îstîsmara zayendî daxwazê nîşan nade. Ger peyman bê rakirin wê gumanbarên îstîsmarê bên efûkirin. Wê binpêkirina zarokan zêde bibe. Wê îstîsmara zarokan zêde bibe. Em her derfetê de tînin ziman ku Peymana Lanzarote di meriyetê de bimîne.”