'Em ê li dijî tundiya mêr dewlet xwe bi rêxistin bikin' 2022-08-29 16:26:14   WAN - Komeleya Jinan a Star li dijî qirkirina jinan a zêde bûye daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endama komeleyê Rojbîn Bor axivî û got, "Li dijî tundiya mêr dewlet em ê rêxistina xwe meizn bikin."     Komeleya Jinan a Star ya Wanê li dijî qirkirina jinan ku zêde bûye daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku li ber avahiya komeleyê hat dayîn Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên rêxisitna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Wanê û gelek jinên din tevli bûn. Daxuyanî ji aliyê endama komeleyê Rojbîn Bor ve hat xwendin. Rojbîn bertek nîşanî bêdengiya rayedaran a li hemberî qirkirina jinan da û got, "Ev welat bûye goristana jinan. Di 8 mehên sala 2022'yan de 285 jin hatine qetilkirin."    'Fîrdefs Babat bi çeka cerdevan hat qetilkirin'   Rojbîn jinên ku di demên dawîn de hatin qetilkirin bi bîr anîn û wiha berdewam kir,"    Son süreçte katledilen kadınları anımsatan Rojbin, sözlerine şöyle devam etti: “Cansû Geyîk li cihê kar ji aliyê kesê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû hat qetilkirin. Ezgî Sert tevî ku rastî tundiyê hat jî nehat parastin. Dîlek Ceylan li ber çavên zarokê xwe ji aliyê zilamê ku pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin. Hanîfe Çakici bi tundiya mêrê ku pê re hat zewicandin hatibû kuştin. Firdevs Babat a 17 salî li Şirnexê  ji aliyê Ahmet Babat ve bi çekê hat qetilkirin. Berîvan Uslu bi bavê xwe re ji aliyê mêrê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de hat qetilkirin. Aslihan Sînem Çîçek di nav daristanê de bêhiş û birîndar hat dîtin. Aslihan a ku bi gumana şîdeta zayendî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."   'Em ê piştevaniya xwe xurt bikin'   Rojbîn diyar kir ku ew wekî komele dixwazin ji tundiyê dûr serkeftinên jinan biaxivin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em kujerên jinan û ên ku wan diparêzin nas dikin. Lê li gel vê tundiyê jî hûn nikarin jinan bêdeng bikin. Em ê li dijî tundiya mêr dewletê piştevaniya xwe ya  bi jinan re xurt bikin."   Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî", "Ne ji jinan re ji kujeran re barîkat" û bi çepikan bi dawî bû.