'Lihevhatina Tirkiyê û Şamê dê ne li gorî berjewendiyên Sûriyê be' 2022-08-29 12:13:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Zelal Ceger, bal kişand ser hewldanên lihevhatina rejîma Tirk û hikumeta Şamê û got: "Heger hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev kiriba wê rewşa gelê Sûriyê ne trajedîk bûya. Em bang li hikumeta Şamê dikin ku li hemberî hikumeta AKP'ê helwesteke nîştimanî nîşan bide."    Dewleta Tirk ji hezîrana borî ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di encama êrişan de bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger geşedanên siyasî li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civînên dawî yên ku der barê rewşa Sûriyê de hatine lidarxistin, ji ajansa ANHA'yê re nirxandin.    Zelal, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser civîna sê alî ya di navbera serokên Tirkiyê, Îran û Rûsya de ku 19'ê tîrmeha borî li Tehranê li dar ketiye û civîna li Soçiyê ya 5'ê vê tebaxê di navbera serokê Rûsya Vladîrmer Pûtîn û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan de li dar ketiye û got: "Em nikarin bêjin ku Tirkiyê encamên girîng ji van civînan negirtin, lê ne gorî ku dihat xwestin bû. Ji ber ku berjewendiyên dewletên mîna Rûsya, Amerîka û Îranê bi berjewendiyên Tirkiyê re li hev nayên. Rûsya dixwaze sûdê ji nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de bigire ku her du jî endamên NATO'yê ne. Amerîka jî dixwaze sûdê ji lawazbûna Rûsya ya di vê demê de bigire. Erdogan jî dixwaze sûdê ji tirsa Îranê, lawazbûna Rûsya û siyaseta Amerîka ya li herêmê bigire."   'Dixwazin sûdê ji guhertinan bigirin'   Zelal, da zanîn ku Tirkiyê di civînên dawî de daxwazên xwe bi dest nexistin û ev nirxandin kir: "Di civînên Tehran û Soçiyê de Tirkiyê daxwazên xwe bi dest nexist. Wekî tê gotin, civîn di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de hene, bi nêrîna min Tirkiyê dîsa tiştek bi dest nexist. Ji ber ku berjewendiyên van dewletan hevdu temam nakin. Di cîhana siyasî de tiştên sabit hene û her tim guhertin çêdibin ku her kes dixwaze sûdê ji van guhertinan bigire. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku siyaseteke mutleq tune ye."   'Tirkiye tenê dixwaze temenê xwe dirêj bike'   Zelal Ceger bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got: "Dewleta Tirk mîna hespê tory derbasî herêman dibe ku dixwaze di hundir de fetih bike, mîna Sûriyê, Lubnan û Iraqê, her wiha dixwaze heman tiştî li Lîbiya û Misirê jî bike, di hemû aliyan de wiha dike. Armanca dewleta Tirk ji van êrişên hovane yên li ser herêmên me ew e ku temenê xwe dirêj bike û ser desthilatê bimîne. Ev yek dê di hilbijartinên li Tirkiyê yên sala 2023'yan de diyar bibe. Ji ber vê yekê heger AKP'ê, PKK'ê tesfiye bike û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe wê bikare careke din li ser desthilatê bimîne."   'Şam dijberiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dike'   Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Zelal, destnîşan kir ku hewldanên lihevhatina rejîma Tirk û hikumeta Şamê kir û got: "Lihevhatina Tirkiyê û hikûmeta Şamê ji bo Şamê mîna şikenandina dara ku xwe pala xwe dide wê ye.  Heger bi rastî lihevhatin di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de çêbibe û herdu hikumet dijbertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin, ez dikarim bêjin ku hikumeta Şamê dara ku pişta xwe didê bişkîne. Tirkiyê dewleteke dagirker e û hemû herêmên bakurê Sûriyê û rojavayî wê dagir kirine û qebûl nake jê derkeve. Tê gotin ku herdu hikumet hewl didin peymana Edeneyê nûjen bikin, yanî wê hikumeta Şamê xaka xwe bide AKP'ê. Ev jidestdayîn bi rastî ji destpêka peymana Edeneyê sala 1998'an ve çêbû."   'Gel daxwaza Projeya Neteweya Demokratîk dike'   Zelal, daxuyand ku bijardeyên derketina ji aloziya Sûriyê gelek in û ev li axaftina xwe zêde kir: "Heger hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hev kiriba wê rewşa gelê Sûriyê ne trajedîk bûya. Ji ber ku çareserî di destê Rêveberiya Xweser de ye, li gel rêveberiyê projeyeke bingehîn a çareserkirina aloziya Sûriyê heye, ji ber ku Sûriyê mîna tabloyeke mûzaîk e ku gelek pêkhate lê dijîn. Lewra Projeya Neteweya Demokratîk mafên tevahî pêkhateyan misoger dike ku ev jî daxwaza gelê Sûriyê ye."   'Sedsala 21'ê sedsala me ye'   Zelal Ceger bang li hikumeta Şamê kir ku li hemberî hikumeta AKP'ê helwesteke nîştimanî bide û bang lê bike ku ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî derkeve ku zarokên Sûriyê kirin çete û ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Her wiha bang lê kir ku nehêle lîstokên dewleta Tirk ji wisa zêdetir li Sûriyê dewam bikin û got: "Ev yek dê bihêle ku AKP'ê di hilbijartinan de bi bin bikeve û li ser vî esasî desthilata xwe winda bike, ji ber ku serdana 21'ê sedsala misogeriya hebûna kurdan e."   'Li Hesekê xwendekar hedef hatin girtin'    Zelal, da zanîn ku êrişên dewleta Tirk  bi balafirên û topan hêrsa dewleta Tirk ji destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan û pêkanîna komkujiyan li dijî wan nikare tu serkeftinan bi dest bixîne, hêrsa gel a li hemberî wê zêde dibe, bi taybet piştî komkujiya li Til Rifetê ku di encamê de 4 sivîl şehîd bûn, di nav şehîdan de ciwanek hebû ku êvarî wê daweta wî ba. Her wiha li Hesekê xwendekar kir hedef.  Tirkiyê ferqê naxe navbera jin û zarokan û yên din. Armanca wê şêniyan bitirsîne û wan ji herêmê koçber bike. Ev hemû di nava bêdengiya Rûsya, Amerîka û Îranê de tên kirin."   'Em dikarin bi ser kevin...'   Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Zelal, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jinan kir ku xwe bispêrin hêza xwe ya xwes û wiha bi lêv kir. "Divê em xwe bispêrin hêza xwe, bi vê yekê em dikarin li hemberî dewleta Tirk bi ser bikevin. AKP'ê baş dizane ku rêber Ocalan asta hêza jinan xuya kir. Li ser vî esasê bi pêşengiya têkoşer Sakîne Cansîz û ser şopa wê bi deh hezaran jin ji bo parastina rûmet û xaka xwe şehîd bûn. Ji ber vê yekê AKP'ê di êrişên xwe de jinan dike hedef, ji ber di PKK û Şoreşa Rojava de jin di aliyên siyasî, leşkerî û civakî de pêşengtiyê dikin. Ji ber ku jin ramanê rêber Ocalan nas kir û cewhera azadiyê nas kiriye, ne mumkine ku gav paş de bavêje. Ya rast îsrara wê zêde dibe ku xwe dispêre îradeyeke ji pola ya li ser bingehê fikirê rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê dijmin dixwaze wê lawaz bike. Lê xeleka me ya herî bi hêz e û lawaz nabe. Ev yek di hedefkirina Hevrîn Xelef, fermandar Jiyan, ciwanên ku li Hesekê perwerde didîtin û yên ku li Til Rifetê di nava zeviyan de dixebitin, eşkere dibe. Em jin bi fikirê xwe yên azad em li hemberî hêzên ku hewl didin me qir bikin, disekinin û asta têkoşîna xwe li hemberî wan bilind dikin."   Şerê Îran, Îsraîl, Rûsya û Ukranya...   Zelal Ceger destnîşan kir ku îsal saleke girîng ji bo kurdan e û got: "Ev sal ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybet ji bo tevgerên kurdî yên rizgariyê girîng e. Em dikarin wekî saleke çarenûsî ji bo xwe bi nav bikin. Sedema gotina me ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, ew e ku ji sala 2020'î ve  dewletên desthilatdar dest bi parvekirinê kirine da ku hegemoniya xwe li ser dewletan parve bikin û her kevirekî deynin cihê wê. Ev cih wê li gorî berjewendiyên wan be. Berjewendiyên van dewletan di tunekirina tevgerên rizgariyê de ne. Ji ber ku ev dewlet naxwazin dijminên wan hebin û her tim dixwazin wan qir bikin. Şerên li Rojhilata Navîn, şerê nûkleerî yên di navbera dewletan de, şerê Îran û Îsraîlê, şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, her wiha bêistiqrariya li Rojhilata Navîn nîşan dide ku ev dewletên desthilatdar xwe ferz dikin û bi afirandina şeran û kontrolkirina wan hebûna xwe didomînin."   'Dijberiya tevahiya pêkhateyên herêmê dikin'   Zelal, di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo me Gelê Kurd, em bi îdeolojiya neteweya demokratîk bawer in. Ev dewletên kapîtalîst şerê vê îdeolojiyê dikin. Serkeftina neteweya demokratîk tê wateya lawazbûna kapîtalîzmê. Lewra em dibînin asta êrişan li ser PKK'ê li çiya bilind bûne ku dixwazin vê partiyê tune bikin. Her wiha APK'ê siyasetên çewisandinê li dijî hemû azadxwaz û demokratên li Tirkiyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê dimeşîne. AKP'ê êrişên xwe berfireh kirine ku dighêje gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ku fikirê neteweya demokratîk esas girtiye. Dewleta Tirk, Gelê Kurd wekî dijminê xwe yê dîrokî dibîne. Lê bi nêrîna min dewleta Tirk ne tenê dijberiya Gelê Kurd dike, lê ji destpêka avabûna dewleta Osmanî heta roja me ya îro, dijbertiya tevahî pêkhateyên li herêmê asur, çerkes, ermen û yên din dike. Dema ku dewleta Tirk bi rêya balafirên xwe yên bê mirov an jî topan êriş dike, ferqê naxe navbera tu kesî."