Li Dêrsimê tacîz: Kiryar çawîşê pispor derdor gulebaran kir 2022-08-28 14:36:03     DERSIM - Li Dêrsimê çawîşekî pispor jinek tacîz kir, piştî bertekên kesan derdor gulebaran kir.   Li navenda Dêrsimê duh êvarê çawîşekî pispor ê di wesayitê de, gotinên ku kirin jina di rê re diçû tacîz kir. Piştî ku jinê got ez tê tacîzkirin kesên li derdorê bertek nîşanî kesên di wesayitê de dan. Lê ser bertekên kesên li derdorê çawîşê ku ji wesayitê daket deror gulebaran kir. Hat diyarkirin ku çawîşê pispor piştî bertekan ji cihê bûyerê reviya ye û kesekî din ê pê re jî birîndar bûye û bi ambulansê kesê birînda birine nexweşxanyeê.   Polîs li cihê bûyerê lêkolîn kir û li cihê bûyerê 3 guleyên ku hatibûn teqandin dît, ket pey 2 kesên ku bi wesayitê direviyan û çawîşê pispor û du kesên li gel wî binçav kirin. Kesê birîndar jî piştî ku tedawiya wî hat kirin girtin bin çavan.    Waliyê Dêrsimê diyar kir ku wan derbarê bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.