Jin di taştê de hatin gel hev: Di 1'ê Îlonê de em ê li qadan bin 2022-08-28 13:47:23     STENBOL - Jinên ku li taştêya Meclisa Jinan a HDP'ê ya Kartalê hatin gel hev, diyar kirin ku ew ê di 1'ê Îlonê de bertekên xw li qadan bînin ziman.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartala Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi jinan re di taştê de hatin gel hev. Di çalakiya ku li avahiya navçeyê ya partiyê hat kirin de, Endama Lijneya Navendî Elîh Bulut, ji çalakgerên Nobeda Edaletê Fincê Akman, Hevseroka HDP'ê ya navçeyê  Aygul Sîncar, Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Mlatepe Muge Caner û gelek jinên din amade bûn.   Di çalakiyê de girîngiya rêxistinbûnê hat bibîrxistin û li ser ku çima aştiî girînge niqaş hatin kirin. Herwiha jinan diyar kirin ku ew ê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxwazên xwe li qadan bînin ziman.