Abdullah Ocalan: AKP ji bo jinan xetereya mezin e 2022-08-28 09:02:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Desthilatdariya AKP’ê der barê şîdet û qetilkirinên jinan de de tu tedbîrê nagire. Vê careke din hişaryariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo girîngiya azadiya jinê anî rojevê. Abdullah Ocalan bi salan berê gotibû "AKP ji bo jinan xetereyek mezine. Jin dibe ku azadiya îro dîtin sibê lê bigerin.”   Di meha tîrmehê de li gorî daneyên ajansa me kom kirine 31 jin û 4 zarok hatine qetilkirin û 12 û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha tebaxê de jî hema hema her roj jin hatin qetilkirin. Di 20’ê tebaxê de li Qilaban a Şirnexê jina bi navê Fîrdevs Babat ji aliyê Ahmet Babat ve hat qetilkirin. Di 24’ê tebaxê de jî li Hezex a Şirnexê Leyla Karaaslan û sê keçên xwe ji aliyê Hasan Karaaslan ve hat qetilkirin.   Jinan bertek nîşanê qetilkirina jinan dan û diyarkirin ku ev qetilkirinên jinan ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk tên. Carek din derket holê ku rakirina Peymana Stenbolê zêdetir rê li ber kuştinên jinan vekiriye. Jinan li dijî kuştinên jinan peyamên bilindkirina têkoşînê dan û diyar kirin ku çarseriya pirsgirêkê di pêşniyar û nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ye.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nivîsên xwede, pirtûk, parêznameyên xwe û hevdîtinên parêzeran de her tim girîngiya azadiya jinê aniye ziman û helwesta xwe ya li dijî şîdeta li hember jinan bi awayekî zelal aniye ziman.    'Hişyariya zîhniyeta AKP’ê'   Abdullah Ocalan der barê zîhniyeta AKP’ê de hişyariyê dike û ji bo jinan dibêjin baldar be û di 2010’an de vê nirxandinê dike: “AKP ji bo jinan xetereyek mezin e. Jin wê azadiya îro bidest xistine sibê lê bigerin. Li Menzîl a Semsurê tarîkat bi bandor in. Li wir zarokên keç bi zindî çal dikin. Ev ji recmê xetertire. Belê zîhniyeta AKP’ê ev e. Bi zindî çalkirine. Dîsa di rojnameyan de her roj nûçeyên qetilkirina jinan hene. Li kolanê jin tên kuştin. An jî cihekî wan tê jêkirin. Ev nîşaneya vê zîhniyetê ye. Ez ji bo vê dibêjim: di esas felsefîk de nêz bibin, xebatan bikin, nîqaş bikin, rêxistin bikin. An jî hunê azadiya xwe winda bikin.”   ‘Jin wisa bi alçaxî nikare bê kuştin’   Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe ya 7’ê sibata 2014’an de jî da zanîn ku di encama zîhniyeta serdest ya mêran de jin tên qetilkirin û wiha destnîşan kir: “He roj jin tên qetilkirin. Her roj jin tên kuştin. Hovîtiyek mezine. Ev mirin ji şer hovtirin. Ev mijara ewlehiya dewletê ye. Jîn wisa bi alçaxî nikare bê kuştin. Welatiyên vî welatî divê vê qebûl nekin. Lê jin ji her çar alî ve hatine zincîrkirin. Heta ev zincîr neyê şikandin nikare siyasetek demokratîk bê kirin. Şoreşa ku jinê azad neke ne şoreşe. Rêxistina ku jinê rêxistin nake ne rêxistine.”   ‘Bi mêran bawer nekin’   Abdullah Ocalan di 2015’an de di peyama di 8’ê Adarê de şand de dîsa balkişand ser xalên girîng û got: “Ji bo min azadiya jinê ji her tiştî girîngtir e. Jina herî xweşik, jina azade. 30 sale destekvanên min yên herî mezin jinin. Diyalog û peymana min ya bi jinan re girîng e. Hunê peymana civakî ya jinê pêş bixînin. Bi mêran bawer nekin. Dogmatîka mêran xera bikin. Bi jintiya xwe bawer bikin. Azadî û wekhevî bi mijara jinê pêkane. Ji ber vê jî şoreşa me şoreja jinê ye. Bêyî jinê jiyan nabe. Bêyî azadiyê jî etîk û estetîk nabe. Tişta ez jê re dibêjim etîka jinê, hêza biryardayinê ye.”    Di her hevdîtinê de li ser îdeolojiya rizgariya jinê sekinî     Abdullah Ocalan di her hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re kir de bi taybet li ser pêşketina îdeolojîk a jinan sekinî û balkişand ser girîngiya vê. Abdullah Ocalan di vê mijarê de jî di her hevdîtinên bi parêzeran re wiha dianî ziman: “Jin ji bo azadbûnê divê di îdeolojiya rizgariya jinê de kûr bibin, wek hêza îdeolojîk heyî bin. Divê li hember mêran xwe pêş bixînin û bi mêran zêde bawer nebin. Bila serbixwebûna xwe biparêzin. Divê jin ji azadiya xwe netirsin. Ez wisa bi jinê re heval im. Ev mijara hêz û baweriyê ye. Îdeolojiya sedsala 21’ê azadiya jinê ye. Yekane rizgarî azadiye.”