Li Silopiyê îdîaya destdirêjiyê 2022-08-27 18:47:20   ŞIRNEX - Li Silopiyê hat idiakirin ku zilamekî 50 salî destdirêjiyê jina ciwan kir.   Li taxa Kolana Hunerê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê zilamekî 50 salî ku navê wî nehat zanîn hat îdîa kirin ku destdirêjiyê jina ciwan kir. Piştî ku bûyer hat ferqkirin di navbera gel de rageşî derket. Welatiyen ku xwest êrişê zilam bike ji hela polîsan ve hat astengkirin. Demek dirêj di navbera polis û welatiyan de rageşî berdewam kir.   Hat zanîn ku jina ciwan birin nexweşxaneya Silopiyê û faîl jî hat binçavkirin.