Hevalên Firdevsê çûn serdana gora wê 2022-08-25 17:26:53   ŞIRNEX - Hevalên Firdevsê çûn serdana gora wê û gotin: "Em nahêlin Firdevs were ji bîr kirin."   Firdevs Babat a ku li bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê hat qetîlkirin. Hevalên Firdevsê çûn serdana gora wê.   Hevala Firdevs, Jiyan Babat qetîlkirina Firdevs şermezar kir. Bêrîvan Gun jî wiha got: “Em ê nehêlin wehşeta ku li ser Firdevs hatiye kirin were ji bîr kirin. Şewaza kuştina Firdevsê ne kuştinek ji rêzê ye. Ew zilm û îşkenceya li ser Firdevs qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê heya dawiyê li pişt doza wê bibin.”