Li Girtîgeha Trabzonê greva birçîbûnê 42 roj in didome 2022-08-25 14:45:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya bidorveger ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê dabûn destpêkirin di roja 42’yemîn de ye.   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê îro 42 roj li pey xwe hişt. 14 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, dixwazin binpêkirina mafên mirovan bêne bidawîkirin.   Girtî dixwazin ku pirtûk, radyo û rojname ji wan re bêne dayîn, dawî li lêgerîna tazî û astengiyên li ser tenduristî û mafên din bên anîn û xwarinên paqij bêne çekirin.