'Nobeta Edaletê' li ber Edliya Wanê pêk hat 2022-08-25 14:23:23     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li ber Edliya Wanê hat lidarxistin. Çalakvanên nobetê banga pêkanîna edaletê kirin.   Li Wanê çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, hat destpêkirin dewam dike. Malbatên girtiyan çalakiya "Nobeda Edaletê" ya vê hefteyê li ber Edliyeya Wanê li dar xistin. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUAY DER), komele û partiyên siyasî jî piştgirî da çalakiya malbatan.   Malbatên girtiyan li ber edliyeyê daxwazên xwe yên edeletê dubare kirin. Malbatan li hewşa edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.