Li Amedê di Nobeda Edaletê de banga 'Bila zilm bi dawî bibe' hat kirin 2022-08-25 12:43:14     AMED - Xizmên Winayan di çarçoveya çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" de, li ber Edliyeya Amedê di daxuyaniya ku dan de, bêdengiya partiyên siyasî li rexne kriin û banga, "Bila zilm bi dawî bibe" kirin.   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku xizmên girtiyan  ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dan destpêkirin îro jî li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Malbatan di çaroveya çalakiya xwe de daxuyanî dan çapemeniyê.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê ((MED TUHAD FED, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD)  Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), Komelya 78'an a Amed û Rihayê û xuşka Alî çîçek ê ku li Girtîgeha Amed di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da Ayşe Çîçek jî hatin ber edliyê û piştgirî dan malbatan.   'Dê têkoşîna me bidome'   Ji xizma girtiyan Reşahat Ada diyar kir ku ew 10 meh in di nobeda edaletê de ne û got, "Wezîrê Edaletê bi mehan e me nabîne. Em çûn Enqerê û me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir, ji bo çareseriya pirsgirêkan me alîkarî xwest. Soza ku wê bi me re bibin alîkar dan. Lê li ser sozê xwe nesekinîn. Girtî di bin tecrîdê de ne û înfazên wan tên şewitandin. Girtî di bin zilmê de ne bila ev zilm bi dawî bibe. Zarokên me ne bêxwedî ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Bila herkes vê baş bizanibe. Heta ku girtiyek jî li girtîgehê bimîne wê têkoşîna me bidome."   Daxuyanî, bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.