ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-25 09:00:00     *Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk tevî ku nexweşa girane nayê berdan. Siyasetmedaran bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku têkoşîna wan wê heta dawî bidome. BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Nîlgun Salmaner da zanîn ku siyaseta şerê ku desthilatdarî dimeşîne bandorê li ser jin û zarokan dike û got: “Bandora şer herî zêde li ser jin û zarokan dibe. Di şîdet û qetilkirina jinan de rêbazên cuda hene. Ev jî nîşan dide polîtîkayên şerê taybet li hember jinan pêk tê. Divê em ji şer re bêjin na.” BI DÎMEN   *Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê parêzer Rewşen Hacim, bal kişand ser hedef girtina zarokan û got: "Em bang li Rêxistin û berpirsyarên Mafên Zarokan ên Navneteweyî dikin ku êrişên li hemberî zarokan bidin rawestandin." BI DÎMEN    *Rojnamegerên jin derbarê 5’emîn salvegera girtina Gazete Şûjin, DÎHABER û Rojeva Medya de axivîn û diyar kirin ev tiştên tên jiyîn wê bi pênûsa jinê her tim bên nivîsin. BI DÎMEN    * Wezareta Xebat, Civakî û Malbatî ji karmendan re giştîname şand û talîmat da ku malbatên ku serdana wan bê kirin divê nameya serokomarê AKP’î Erdogan bê dayîn. Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl talîmat nirxand û got: “Tişta ku divê dewlet bike bibe alava propanganda AKP’ê. Em vê rewşa ku dibe propaganda qebûl nakin. Ji bo azadiya fikr û raman û demokrasiyê li welat tesîst bibe em ê peywira xwe bînin cih." BI DÎMEN