Girtiya Nexweş Makbule Ozer sewkî ATK'ê hat kirin 2022-08-24 15:59:11     WAN - Girtiya Nexweş Makbule Ozer a li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê dima, sewkî ATK'a Stenbolê hat kirin.    Girtiya Nexweş Makbule Ozer (80) a li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê dima, sewkî  Saziya Tipa Edlî a Stenbolê (ATK)  hat kirin. Makbule ya ku li navçeya Artemêtê bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin, tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê hêj jî li girtîgehê tê ragirtin.   Parêzerên Makbule ya nikare tenê pêdiviyên xwe pêk bîne û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê giran bûne, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê serî li dozgerê berpirsyar da. Hate hînbûn ku piştî serlêdanê Makbule duh sewqî ATK’ya Stenbolê kirine. Tê payîn ku karê ATK’ê yê derbarê Makbûle de di nava hefteyê de bi dawî bibin.    Di 2’yê tîrmehê de ji ber pirsgirêkên wê yên tenduristiyê Makbule rakiribûn nexweşxaneyê.