'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 534 roj in didome 2022-08-24 12:55:59     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 534 roj in didome. Malbatê di çalakiya xwe ya îro de banga pêkanîna edaletê kir.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 534’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin û piştî rêya 42 kîlometreyan, hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Polîs ji 8’ê tabaxê ve nedihiştin ku malbat di bin siya têketina edliyeyê de nobetê bigire. Îro malbatê di bin siya têketina edliyeyê de dest bi nobetê kir.     Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bersiv da daxuyaniya Erdogan a “Em di heman keştiyê de ne” û ev peyam parve kir: “Partiya ku di navê wê de edalet heye, ezmûna xwe ya herî mezin dê li dijî dayîka ku li gel hemû zextan nehatiye bêdengkirin bide. Em ne di heman keştiyê de ne.”