Hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de bû 30 2022-08-23 15:37:03     RIHA - Hejmara girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê ya li dijî zext û Îşkenceya di Girtîgeha Tîpa T ya hejmar 1 a Rihayê de kiribûn, bû 30 girtî.   11 girtiyên din, tevlî greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirina mafan a di Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Rihayê de dest pê kirî, bûn. Girtiyan, di axaftina bi telefonê ya bi malbatên xwe re diyar kirin ku ji 22’yê tebaxê ve 11 girtiyên din dest bi grevê kirine.   Greva birçîbûnê ya di girtîgehê de, 8’ê tebaxê ji aliyê 10 girtiyan ve hat destpêkirin. 9’ê tebaxê 9 girtiyên din dest bi heman grevê kir. Bi koma dawîn a ket grevê re hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de bû 30.