Dixwazin ser qezayên wekî qetlîaman bi pere bigirin 2022-08-23 15:22:35     MÊRDÎN - Wezaretê diyar kir ku dê 50 hezar lireyî ji hesabên malbatên ku li Dîlok û Dêrikê jiyana xwe ji dest dane re bişîne, Serokomar Erdogan jî destnîşan kir ku dê şîrketên berpirsyar 250 hezar lîre bidin malbatên xizmên wan di van qezayan de jiyana xwe ji dest dane. Ev gotinên ji bo bêdengkirina malbatan weke "pereyê xwînê" hatin nirxandin.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di qezaya trafîkê de 21, li Dîlokê jî 16 kes mirin.  Hat ragihandin ku dê di bin navê “piştevaniyê” de ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve ji bo xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane 50 lîre bê dayîn. Di 24’ê Tebaxê de Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî diyar kiribû ku dê 250 hezar lîre bidin malbatan.   Pişgiriya ku dê pere bên dayîn Serokomar ragihand   Erdogan di daxuyaniya xwe ya derbarê qezaya li Dêrikê de ku 21 kesî jiyana xwe ji dest dabûn de, destnîşanî Cengîz Holdîngê kir û got, "  Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî dê 50 hezar TL û fîrma jî dê 250 hezar lîre bide.malbatên xizmên xwe di vê bûyerê  de winda kirine."   "Li Roboskî bûyereke bi heman rengî qewimî"   Li gel ku daxuyaniyên Erdogan, , hikûmet û Cengîz Holdîngê wekî  bi "Pereyê xwînê" bêdengkirina malbatan hatin pênasekirin, pisporekî xizmeta civakî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) pê re hevdîtin kir, diyar kir ku heta niha ji bo qezayên bi vî rengî pereyekî wiha nehatiye dayîn û wiha berdewam kir: "Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bi gelemperî destekê dide malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane. Lê ev pereyekî pir hindik e. "Lê wezaret dikare înîsiyatîf xwe bi kar bîne û vî pereyî zêde bike.  Lê.250 hezar lîre bi rastî  jî  pereyê xwînê ye. .Li Roboskî jî bûyereke bi vî rengî pêk hat û 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Ev bi awayekî aşkere tê wateya bêdengkirina malbatan."