Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê: Em edaletê dixwazin 2022-08-23 15:08:32     ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê di roja 102’yemîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan di çalakiya îro de bal kişandin ser qezeya Dêrîk û Dîlokê û bangewaziya pêkanîna edaletê kirin.   Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Çalakiya ku li Îzmîrê hatî destpêkirin 102 roj in didome. Malbatên girtiyan li ber avahiya Baroya Îzmîrê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çeşme ya Îzmîrê ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin.    Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li Giritîgeha Bandirmayê ya Balîkesîrê girtiye Hanîfe Gumuş, da zanîn ku divê malbatên girtiyan tenê neyên hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek dayikên girtiyan çalakiya xwe didomînin. Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê çalakiya xwe bidomînin. Li hemberî zarokên me zilmek heye û zarokên me nexweş in. Kovar, rojname û radyo nadin zarokên me. Tenê bi televîzyonê wan sînordar dikin. Di serî Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş divê serbest bên berdan. Aysel nexweyê demansê ye û nikare bi tena serê xwe bijî û divê demildest serbest bê berdan. Em Dayikên Aştiyê ne û em edaletê dixwazin. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin."    Hanîfe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qezeya Dêrîk û Dîlokê sersaxî da malbatan.