Nivîsgeha Jinan a PYD'ê bêdengiya NY'yê şermezar kir 2022-08-23 14:43:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a PYD'ê li Hesekê, êrişên li hember herêmê şermezar kir û her wiha bêdengiya civata navnetweeyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê rexne kir.   Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bêdengiya civata navnetweeyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya li ser êrişan rexne kir. Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan Ezîze Hiso daxuyanî li navenda PYD?ê xwend.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:    "Dewleta Tirk ji destpêka tevgera şoreşgerî li herêmê ve û heta niha hemleya qirkirinê ya li dijî Gelê Kurd û gelên herêmê bi giştî berdewam dike.   Di van demên dawîn de êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên biçek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin ku di encamê de gelek welatî, zarok û fermandarên şerê rêxistina DAIŞ?ê li kêleka Koalîsyona Navneteweyî kir, şehîd bûn.   Beriya çend rojan dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hesekê-Til Temirê li nêzî baregeheke Koalîsyona Navneteweyî navendeke perwerdê ya taybet bi zarokên keçîn a di bin kontrola NY?yê de bi balafireke bêmirov kir armanc. Di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û gelek birîndar bûn. Ev êriş lûtkeya terorê ye.   Ev êriş dikevin çarçoveya tolhildana ji têkçûyîna DAIŞ?ê li herêmê û gaveke ji bo jinûve zindîkirina wê ye da ku ajandeyên dewleta Tirk li herêmê û cîhanê pêk bînin.   Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bêdengiya civata navneteweyî, NY?yê, Rûsya ku garantorê agirbestê ye û Koalîsyona Navneteweyî ya ku şirîkê QSD?ê di têkbirina terorê li herêmê de ye, şermezar dikin.   Em bang li civata navneteweyî û NY?yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin, êrişên hovane yên li ser herêmê û gelê wê bi dawî bikin."