Pêkhateyên KESK’ê bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin 2022-08-23 14:19:28   RIHA - Ji bo piştevaniya bi Malbata Şenşayar Platforma Şaxên KESK’ê yê Rihayê tevlî nobeta îro bû û wiha hat gotin: "Heta edalet bi cih bê em ê bi malbatê re bin û xwedî li daxwaza wan a bi mafdarî derbikevin. Em, spasiya malbatê dikin ku bûn dengê vî welatî."   Çalakiya "Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar a du kurê û hevserê wê 14’e hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar bi birîndarî filitî, ji 9’ê adara 2021’î heta niha berdewam e. Malbata di roja 533’yemîn a nobetê de li bin siya qada têketina avahiya edliyeyê dest bi çalakiyê kir.   Tevî dorpêç û astengiya polîsan, malbat li çalakiya xwe dewam dike. Platforma Şaxên KESK’ê yên Rihayê ji bo piştgiriya malbatê wê heta êvarê bi malbatê re nobetê bigire.   Hevserokê Şaxê Sendîkaya Kedkarên Tendurustî û Xizmeta Civakî (SES) yê Rihayê Salîh Karataş li ser navê pêkhateyan platformê wiha axivî: “Malbat qetil kirin. Bi ser de jî guh nadin daxwazên malbatê. Eger malbat li vir rûnenişta bi îhtimaleke mezin wê ser vê qetilamê bihata girtin. Bi tenê ji bo nîşandanê darizandina 3-4 kesan nayê qebûlkirin.”   Salîh, li axaftina xwe wiha dewam kir: “Qetilam çêbû. Saetek bi şûn de hemû pergala kamerayê ya hundirê nexweşxaneyê hat dizîn. Bi zanebûn hewila veşartina ser qetilamê hat dayîn. Ne bi tenê yên ku qetilam kirine sûcdar in. Ên ku çavên xwe ji qetilamê re girtine û hewil dane ser qetilamê bigirin jî sûcdar in. Edalet li gor hikûmetan naguhere, edalet hîme bingehîn ê dewletekê ye. Edalet nebe wê pirsgirêkên welêt mezin bibin. Malbat di daxwaza xwe de biheq e. Em bi malbatê re ne. Malbatê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî. Fadil Şenyaşar divê demildest bê berdan. Her kes xwe li kerîtî û korîtî û lalîtiyê datîne. Lê dayik Şenyaşar, wê bi berxwedana xwe li acizkirina kor, ker û lalan dewam bike. Heta edalet bi cih bê em ê bi malbatê re bin û xwedî li daxwaza wan a bi mafdarî derbikevin. Em, spasiya malbatê dikin ku bûn dengê vî welatî.”