Di bûyera tecawîzê ku ser hatibû girtin de 2 kes hatin binçavkirin 2022-08-23 13:13:37     ŞIRNEX - Ramazan Babat ê ku îdaya Fîrdefs Babat qetil kiriye hat binçavkirin,  hat îdakirin ku salekê bere tecawizî zaroka bi navê jî S.G. kiriye û bi pereyê ku daye xwestiye ser sûcê kiriye bigire. Li Malbata S.G. ji ber bûyerê îro hat binçavkirin.   Li navçeya Qileban a Şirnexê jina ciwan Fîrdevs Babat a ku du rojan winda ma û di 20’ê Tebaxê de di Çemê Hêzilê de cenazeyê wê ku li ser şopa îşkenceyê hebû hat dîtin. Ji ber qetîlkirina Firdevsê  Ahmet, Ramazan û Sadî Babat hatibûn binçavkirin. Ramazan û Sadî piştî îfadeyên xwe serbest hatin berdan. Lê Ahmet Babat di îfadeya xwe ya dozgeriyê de piştî îtîrafkirina sûcê xwe hate girtin.    Hat îdakirin ku bi pere xwestiye ser bûyerê bigire   Herwiha hat îdakirin ku kesê bi navê Ramazan Babat berê jî  tecawizî zaroka bi navê S.G kiriye û ji bo ku ser sûcê xwe bigire 200 hezar TL daye.   Malbata S.G hat binçavkirin    Li ser îdaya tecawizê serê sibehê dê û bavê zaroka bi navê S.G. hatin binçavkirin û S.G. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.