ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-23 09:00:00   *Ji Rêveberiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Avaşîn Misto diyar kir ku êdî dibistan, akademî, peymangehan û deverên ku mala zanistê ye hedef tên girtin û got: " Armanca Dewleta Tirk têkbirina Projeya Neteweya Demokatîk e, têkbirina şoreşê ye. Lê em ê weke qadekî bîrdozî li dijî tunekirina civaka azad têbikoşin." BI DÎMEN    *Nûnera TUHAD-FED’ê ya Êlihê Bêrîvan Tatli, bertek nîşanê polîtîkayên li hemberî girtiyan û got: "Hikûmetê li dijî zilma li ser girtiyan çav û guhên xwe girtiye. Dema em tecrîdê bişkînin û dê zilma li hember girtiyan jî bi dawî bibe." BI DÎMEN    *Bi hinceta xebatên Meclîsa Jinan a HDP’ê meşandine, muzîka kurdî guhdarkirine, govend gerandine û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirine derbarê 11 jinan de doz hat vekirin. Yek ji van jinan Ayfer Demîrel e. Ayfer da zanîn ku li Aydinê bi armanca pêşî li xebatên jinan bigirin van zextan dikin. BI DÎMEN    * Seval Sarica ku ji ber krîza aborî neçar ma dukana xwe ya pasteyan bigire got: "Lêçûn zêdeye lê qezenç tune. Sedema krîzê rêveberên vî welatî ne."  BI DÎMEN    *Veterîner Suzan Arsû bal kişand ser qeyrana aborî ya li ser koçertiyê û got: “Heke ev qeyran wiha berdewam bike dibe ku hêjmara kesên sewalkariyê û koçertiyê dikin kêm bibe.” DÎMEN HEYE   *Girtiya nexweşa pençeşêrê Sadet Firat ya li girtîgeha Bakirkoyê bi mehan bi dermanên hêsan hat dermankirin, piştî nûçeya me ew birin nexweşanê û derman kirin. Sadet Firat nameyek ji ajansa me re şand û da zanî ku li hember girtiyan dijhiqûqiyek sîstematîk heye û yekane daxwaza wê ev e ku di şertên mirovane de bê dermankirin. BI DÎMEN    *Jinên Şirnexê bertek nîşanê qetîlkirina Firdevs Babat a ku li navçeya Qilebanê hate qetîl kirin dan û destnîşan kirin ku heya bûyera qetîlkirina Firdevs neyê ronîkirin ew ê bêdeng neminin. BI DÎMEN    *Xizmên kesên ku di qezaya Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan, anîn ziman ku ev qeza ji ber tedbîr û ewlehî nehatin girtin pêk hatiye û gotin: “Ger ku tedbîr bihatana girtin dê ev qeza nebûya. Her wiha ev ne qezaye, komkujiye û berpirsyarê vê jî Cengîz Holdîng e.” BI DÎMEN