92 rêxistinên hiqûqî sûcê şer ên li Sûriyeyê tê kirin belge kirin 2022-08-22 16:33:08     NAVENDA NÛÇEYAN - 92 rêxistinên hiqûqî yên Sûriyeyê derbarê binpêkirina mafan de raporek ji raya giştî re parve kir û got: "Em bang li Konseya Mafên Mirovan a navneteweyî dikin ku li hember vê rewşa karesat û xwîndar a domdar li ser axa Sûriyê, berpirsiyariyên xwe bîne cih."   Têkildarî sûcên Dewleta Tirk û muxalefeta Sûriyeyê, li bakurê Sûriyê pêk anîne, 92 rêxistinên hiqûqî yên li hundirê Sûriyê raporeke hevbeş amade kir. Rapora xwe ji raya giştî re aşkera kirin.   Di destpêka raporê de hate diyarkirin ku di şerê çekdarî de nexasim peymanên navneteweyî tên binpêkirin û Neteweyên Yekbûyî (NY) carinan rola xwe pêk nayne û carinan jî hevkariyê dike, sivîl dibin xeleka herî lawaz.   Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku xetertirîn sûcên şer li Sûriyê têne tomarkirin ku li herêmên bakurê Sûriyê guhertina demografiyê tê kirin.   Li gorî raporê, ji wan sûcên pêk hatine:   * Gund û herêmên sînorî yên Sûriyê rojane têne topbarankirin û malên ku tu têkiliyên wan bi armancên leşkerî tune ne, têne wêrankirin.   * Bi tank û balafiran êrişî sivîlan dikin.   * Şûnwar û saziyên sivîl wêran dikin ruxmî ku hewcedariyên leşkerî yên van êrişan tune ne.   * Êrişî rojnamevan, karmend û erebeyên bi erkên mirovî radibin, dike.   * Êrişî avahiyên taybet bi kar û barên olî, perwerde, nexweşxane û deverên birîndar û nexweş lê hene, dike.   * Zextê li sivîlan dike da ku zextê li QSD`ê bike û bi wê re jî alîkariyên mirovî ji ser gelek bajaran qut bike, her wiha torên avê û xetên kehrebê û peywendiyan qut dike.   * Malên niştecihên resen desteser dike.   * Malan vediguherîne baregehên leşkerî.   * Niştecihan ji malên wan derdixe û malbatên Tirkmen li malên wan bi cih dike.   * Piştî niştecihên Kurd neçarî koçberkirinê dike û kesên ji derve li malên wan bi cih dike, peymanên malên wan betal dike.   * Çand û nasnameya kurdî û demografiya herêmên Kurdan û dîroka wan tune dike, her wiha rê li pêşiya rê û resman digire, wekî vêxistina êgir, lidarxistina şahiyên çandî û folklora kurdî û cejna Newrozê.   * Tirk li herêma Efrîn, Eyn Îsa û Girê Spî olê wek amûrekesiyasî bi kar anî û gelek navendên olî vekirin, pê re jî azadiya olî qedexe kir ku bajarê Efrînê pê tê naskirin. Mînak hebûna êzidî, elewî û xiristiyan. Îsbata van sûcan jî mezarên Kurdan rûxandin.   *  Tirk al û sloganên tirkî li bajar û gundên dagirkirî dide ferzkirin.   *  Tirk hîn jî bi armanca guhartina demografiyê hemû rêbazan bi kar tîne, ji wan revandin û îşkencekirina welatiyên Kurd û Ereb ên li herêmên sînorî.   * Berhemên çandiniyê yên sivîlan desteser dike da ku zehmetiya aborî bikişînin. Heta peryên ji xezmên wan ên derve, tên jî dest datîne ser.   * Malan bi navên malbatên wan bi cih kirine tomar dike, ku demografiya herêmê biguhere.   * Komên çeteyên  Tirk navên gund, navçe û herêman diguherîne û navên tirkî li wan dike.   * Komên çeteyan ên ser  Tirk ve navên nexweşxane û navendan diguherîne û alên tirkî li ser wan bilind dike.   * Komên çeteyan ên dagirkeriya Tirk destûra tomarkirina erebeyên dizîne dide da ku bi navên çeteyên xwe binivîse.   * Raporan radigihîne û tê de dide xuyakirin ku nifûsa Ereb û Tirkmenan ji ya Kurdên resen ên li herêmên xwe zêdetir e.   * Komên çeteyan ên girêdayî  Tirk û hêzên dagirker kart û nasnameyên biyanî didin hin malbatên li herêmên nêzî sînor bi cih bûne.   *  Tirk dergeh vekirin ku çek û cebilxaneyên komên çekdar ên dagirkeriya Tirk derbas bikin, her wiha zeyta zeytûnan a ku bi rêya çeteyên xwe desteser kiriye, derbasî xaka Tirkiyê bike.   * Tirk burcên peywendiyan ên Sûriyê daxist xwarê û wan bi torên peywendiyan ên Tirkiyê guhart. Ev yek li Minbic, Til Rifet, Carablus, Ezaz, Efrîn û navçeyên wê, Girê Spî, Reqa û Serêkaniyê pêk hat.   * Dewleta Tirk  û komên çeteyên wê stasyona Bendava Meydankê hilweşand û alavên wê dizîn.   * Jiholêrakirina nasnameya şaristanî û rêûresmên civakî û cil û berg bi serê xwe teroreke komî ye û armanc jê ew e ku çanda civakî pêşnekeve.   * Saziyên perwerdeyê ji bo ferzkirina siyaseta tirkkirinê bi kar tîne.   * Çanda gelê herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê dihelîne da ku meteryalên perwerdeyê û fikrî biguherîne. Mînaka wê jî siyaseta leşkerkirina wan herêman di çarçoveya siyaseta tirkirina herêmên dagirkirî yên Sûriyê de.   * Hêzên Tirk li aliyê Tirkiyê bi rêya avakirina bendavan li ser çemê Efrînê, av li ser Efrînê qut kir, hemwextî wê jî ava Firatê hem qut kir û hem dizî ev jî bû sedem ku rêjeya ava Bendava Firatê kêm bibe. Tirk li herêma bi navê Sebîn Sokê ya nêzî Keleha Nebî Hûrî ya navçeya Şera ya Efrînê bendaveke nû li ser çemê Efrînê ava kir. Dewleta Tirk bi van kiryaran hewl dide avê ji ser bendava Meydankê ku ji sedî 40 li bajar û gundewarê Efrînê avê dide xaka Sûriyê, qut bike, ku ji sedî 60 ji ava bendava Meydankê ji xaka Sûriyê derdikeve.   * Çeteyên  Tirk gelek jinên efrînî yên di girtîgehên Tirkiyê de ne vediguhêze Lîbyayê û li wir wan difiroşe, mîna ku çeteyên DAIŞ li dijî jinên êzidî yên li Şengalê pêk dianîn.   * Hêzên Tirk û çeteyên wê li dijî niştecihên resen ên li herêmên dagirkirine, siyaseta koçberkirina bi darê zorê pêk tîne.   Sûcên cinayetê û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî:   Di raporê de hejmareke cinayet û binpêkirinên li bajarê Efrînê û gundên wê ji aliyê hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine kirin, hatin bibîrxistin:   * Darên zeytûn, tirî, hinar û gelek cureyên din ên daran şewitandin.   * Bi hezaran mîtreyên xertûmên avdanê li erdên çandiniyê şewitandin.   * Piştî ku xwediyên wan dan koçberkirin, bi dehan mal şewitandin.   * Berhemên genim, ceh, garis, goz, zeytûn, tirî û hinar talan kirin.   * Li Efrînê koçberiya bi dare zorê, guhertina demokrafîk, qirkirin û hwd, pêk hat.   * Bi sedan welatiyên kurd ji aliyê endamên komên çekdar ên bi artêşa Tirk re hevkariyê dikin, bi armanca fidyeyê rastî revandin û windabûna bi dare zorê hatin.   Di raporê de hemû destdirêjiyên li dijî serdestiya Sûriyê, xaka Sûriyê û welatiyên Sûriyê hatin şermezarkirin. Divê destwerdan li kar û barên hundirîn ên dewleteke din neyê kirin, ev yek li gorî peyman û lihevkirinên navneteweyî, rêgezên NY`yê û biryarên Lijneya Giştî ya NY`yê ye.   Em bang li Konseya Mafên Mirovan a navneteweyî dikin ku li hember vê rewşa karesat û xwîndar a domdar li ser axa Sûriyê, berpirsiyariyên xwe bîne cih.   Em bang li NY`yê, endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê, hemû deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin; Zexteke cidî û aktîf li hikumeta Tirkiyê ya dagirker bikin, da ku dijminahiya xwe ya rojane li ser bakur û bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne.   * Tavilê û bê şert, hêzên Tirkiyê û hevkarên wan ji tevahî xaka Sûriyê û bakur û rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî vekişin.   * Xeteriyên Tirk, êrişên wê û encamên operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, binpêkirinên mafên sivîlên sûrî, pêlên koçberiya bi darê zorê û xeteriyên mirovî yên mezin, bên teşhîrkirin.   * Zext li hikumeta Tirkiyê û çekdarên sûrî yên hevkarên wê bê kirin, ku hedefgirtina sivîl, cihên olî, dêr, milkên giştî û taybet û qutkirina daran, talankirina berhemên çandiniyê, dikan û malan rawestînin.   * Komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe, bêalî û dirust bê avakirin, bi beşdariya nûnerên Fedrasyona Sûriyê ya Mafên Mirovan, rêxistinên parastina mafên mirovan û mafên jinên Sûriyê, da ku hemû binpêkirinên ji destpêka destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê û heta niha hatine kirin eşkere bike û wan radestî dadgeha herêmî, navneteweyî bike da ku bên darizandin.   * Bang il rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê bê kirin, da ku sûcên dermirovî yên ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker ve û heta niha hatine kirin, belge bike.   * Bang li deste û saziyên navneteweyî yên têkildar bê kirin ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî yên bajar û gundên bakur û bakur  û rojhilatê Sûriyê û koçberan peyda bikin.   *  Hem gel, hem hiqûqnasên ji hemû pêkhateyên resen ên bajar û gundên bakurê Sûriyê ji bo rawestandina xeteriyên ji ber kiryarên hêzên dagirker zêde dibin, kar bikin.”