Weşandina nûçeyên bûyera Dêrikê hat qedexekirin 2022-08-22 16:27:40     MÊRDÎN - Derbarê nûçeyên qezaya trafîkê ya li Dêrikê ku 21 kesî di encamê de jiyana xwe ji dest da qedexeya weşanê hat ragihandin. Lê gel ku derbarê qezaya li Dîlokê ya di heman rojê de pêk hat tu biryar nehat girtin biryara derbarê vê bûyerê de balê dikişîne.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20'ê Tebaxê de TIRa Aîdê Cengîz Holdîng ku ji Fabrîkaya Etîbakir zibil dikêşand frenê wê teqiya û di encama qezaya pêk hat dae 21 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji aliyê Dadgeriya Sulh Cezayê ya Dêrikê ve weşandina nûçeyên derbarê bûyerê de hatiye qedexekirin.    Lê derbarê qezaya ku li ser Rêya Nizîpa Dîlokê de di heman rojê de pêk hat û 16 kesî jiyana xwe ji dest da de tu qedexe nehatiye ragihandin û derbarê karaseta ku ji aliyê Cengîz Holdîngê ve hatiye kirin de biryareke bi vî rengî dayîn bû sedema blkêşiyê.