Cenazeyê kesên li dêrikê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin 2022-08-21 11:49:03     MÊRDÎN - 20 kesên li Dêrêrikê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê 17 kesan hatin definkirin.    Cenazeyên 20 kesên ku di qezaya duh li navçeya Dêrîka Mêrdînê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve dest bi wergirtinê hatine kirin. Cenazeyên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Dewletê yên Qoser û Dêrîkê û nexweşxaneyên taybet dihatin ragirtin ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û anîn navçeya Dêrîkê. Bi hezaran kes ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li navenda bajêr kom bûn, piştî nimêja cenaze ku hate kirin cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan li cihên cuda hatin veşartin.    Cenazeyên 3 kesên ku hêj nasnameya wan nehatine tespîtkirin wê piştî testa DNA’yê radestî malbatên wan bên kirin.    Piştî bûyerê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementer Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li navçeyê bi mijarê ve eleqedar dibin.    17 kesên hatin definkirin navên wan wiha ne:   “Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”