Li Elkê serdana gundan 2022-08-20 18:09:39   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’a Elkê ya Şirnexê di çarçoveya xebatên xwe de serdana gundan kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elkê ya Şinexê di çarçoveya xebatên xwe de serdana gundan kir. Parlametera HDP’ê Nuran Îmîr, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Rêxistina HDP’ê bajarê Şirnexê Abdullah Gungen, Hevseroka Şaredariya HDP’ê ya Gundikêmelê Zahîde Erk û Endamên Dayikên Aştiyê beşdarî serdanan bûn.   ‘Gelê Kurd li ber xwe dide’    Şande di çarçoveya serdanê de li gundên Bêrman, Melêse, Setkar, Çeman, Geznex, Germaw de bi gel re civîyan. Di serdanê de Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku rêya çareseriyê pirsgirêkên Tirkiyeyê ji HDP’ê derbas dibe û got: “Tirkiyê di nav kaos û aloziyek mezin de derbas dibe. Ji ber vê jî kengê ket tengavê êrişê HDP’ê û deskeftiyên Gelê Kurd dike. Îro Gelê Kurd ji bo ku deskeftiyên xwe biparêzin li her derê li ber xwe didin. Her wiha em dibînin ku li hemberê êrişên li dijî kurdan de bêdengiyek mezin heye. Lê heya ku kurdan nas nekin û vîna wan a siyasî neyê nas kirin ew mehkûmê têkçûyînê ne.”   ‘Ji bo aştiyê şikandina tecrîdê divê’   Nuran, diyar kir ku bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd xwe di tecrîda girankirî ya Îmraliyê de dihewîne û got: “Bêtehamûlîyek mezin li dijî hebûn û erdnîgariya Gelê Kurd heye. Tirkiyê di şer de bi israr e û ew şerê jî bi tecrîda Îmraliyê ve geş dike. Heya ku deriyê îmralîyê venebe û birêz Ocalan azad nebe aştî û aramî nayê vî welatê. Birêz Ocalan bi salan in pê re hevdîtin nayê kirin.”   Nuran, balê kişand li ser rol û mîsyona jinê jî û got: “Di heman demê de HDP partiya jinan e û ligel azadiya jinê azadiya civakê armanc dike. Yê ku herî zêde li ber xwe dide jî bêguman jina kurd e. Wê serkeftin yê jinên kurd be.”