Malbatên girtiyan di hefteya 22'yemîn de li Qada Kartalê civiyan 2022-08-20 16:44:52   STENBOL - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan di hefteya 22'yemîn de ligel astengiya polîsan li Qada Kartalê ya Stenbolê pêk hat.    Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Çalakiya malbatan li Stenbolê di hefteya 22'yan de berdewam kir. Malbatên girtiyan îro li Qada Kartalê kom bûn.    Bi hinceta ku qeymeqamtiya Kagitxaneyê çalakiya li ber Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê qedexekiriye, malbat her tim bi êrişa polîsan re rûbirû man. Ligel bi dehan caran malbat bi lêdanê hatin binçavkirin û bi astengiyan re rûbirû man jî çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatên girtiyan her heftê çalakiya xwe li navçeyeke Stenbolê pêk tînin.    Dayika Yakup Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtiye Fînce Akman, xwişka Selîm Çîftçi yê li Girtîgeha Umraniyeyê girtî ye Cemîle Çîftçî tevlî çalakiya îro bûn. Çalakiya îro ji bo 3 girtiyên ku di nava vê hefteyê de jiyana xwe ji dest dane hat lidarxistin.    Rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr û yên navçeyên, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglu, Serpîl Kemalbay, Alî Kenanoglu, Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) û gelek kes tevlî çalakiya îro bûn.    Beriya daxuyaniyê Qada Kartalê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çalakiyê de pankarta "Daxwazên dayikan daxwazên me ne" hat vekirin. Li vir polîsan xwest daxuyaniyê asteng bike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Muhammed Henîfî Zengîn ku Midûrê Şaxa Ewlehiyê yê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye û hefteya borî Cemîle Karakaş tacîz û îşkence kiribû jî li qadê bû.    Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û got: "Gelo dayik dê li ku daxuyaniyê bidin? Dê li ku dengê xwe bidin bihistandiin? Dilê dayikan dişewite. Li girtîgehan hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Di nav hefteya dawiyê de 3 cenaze ji girtîgehê derketin. Gelo dayik dê li ku dengê xwe bidin bihistandin? Em hewl didin ku pirsgirêk çareser bibi. Her heftê dayik bi îşkence û lêdanê tên binçavkirin. Dawî li zextê û helwesta xwe ya faşîzanê binîn."   Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî axivî û got: "Dayik dixwazin li Qada Kartalê mafê xwe yê demokratîk bikarbînin. Lê belê dora dayikan hat dorpêçkirin. Divê bê zanîn ku dayik dê her tim dengê xwe bilind bike, ligel îşkence û zilmê."   Piştî daxuyaniyê girseya ku bû du beş ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girse bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî polîsan da. Girseya ku demeke dirêj di bin dorpêçê de ma, bi çepik û tilîliyan parçe bi parçe belav bû.