Bazina ku şahidiya gelek komkujiyan kiriye banga edaletê kir 2022-08-20 09:13:14   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Bazin Eren, di sala 1989'an de tîyê xwe û di sala 2016'an de jî kurê xwe di qetîaman de winda dike. Bazinê ku di navbera wan salan de şahidiya gelek qetlîam û kuştinan kiriye her bangewaziya pêkanîna edaletê û darizandina kujeran dike.    Êriş, zext, zilm, dagirkirin, şewitandin û valakirina gund û qirkirina xwezayê her li ser vê erdnegariyê berdewam kiriye. Ligel vê jî her berxwedaneke mezin jî hatiye dayîn. Niha li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê êrişeke bê navber heye. Heman serpêhatî niha carek din tên jiyîn. Kurdên ku her daîm şahidiya komkujî û qetlîaman kirine niha jî li ber xwe didin.    Yek jî malbatan malbata Bazin Eren e. Di tevahiya jiyana xwe de şahîdiya komkujî, qetilkirin, talankirin, valakirin û koçberiyê kiriye. Bazin di sala 1969’an de li gundê Girêçolya ya navçeya Silopiya Şirnexê tê dinê. Li vir di temenê biçûk de dizewice. Ji ber ku malbata wê cerdevaniyê qebûl nake di sala 1989’an de bi zorê ji gund tên derxistin. Bazin bi malbata xwe re li taxa Cudî ya Silopiyê bi cih dibe.   Bazin ji ajansa me re behsa qetîamên sala 1989'an û sala 2016'an kir.    'Bi berxwedanê me cenazeyên xwe girt'   Bazin, di destpêka axaftina xwe de behsa şahidiya xwe ya bûyera 17'ê îlona 1989'an kir û got: "Tiyê min Reşît û hevalekî xwe nû ji leşkeriyê hatibûn û serê sibê ji bo zebze û fêkiyan bifroşin berê xwe dan Silopiyê. Di derketina gundê de leşkeran pêşiya wan digire û wan binçav dike. Me du sê rojan agahî ji wan negirt. Piştre ji Silopiyê bang li me kirin û dema em çûn ji me re gotin 6 kes mirine. Lê em hîn bûn ku leşkeran tiyê min jî di nav de 6 kesî qetil dike û piştre jî ji helîkopterê davêjin jêr. Li ser vê yekê şêniyên gund yek car berê xwe dan Silopiyê. Şêniyên Silopiyê jî piştevaniya gundiyan kir, ji heft salî heta heftê salî her kes daket qadan. Girse berê xwe da avahiya qeymeqamtiyê ji bo cenazeyên xwe bigirin. Herî dawiyê me cenazeyên xwe girt û ligel astengiyan me her 6 cenazeyên xwe defin kir."   'Daxwaz ne tazmînat pêkanîna edaletê ye'    Bazin, da zanîn ku ew her 6 welatiyên ku hatin qetilkirin heta îro jî nehatin jibîrkirin û wiha axivî: "Ew welatî ji aliyê dewletê ve hatine kuştin. Piştî kuştina wan êriş, zilm, zext û gef li ser malbatê kêm nebû. Derbarê wan kiryar û kujeran de tu carî doz nehat vekirin. Her wiha ji bo em dozê venekin jî rayedarên dewletê xwestin tazmînatê bidin. Lê daxwaza me ne tazmînat e daxwaza me pêkanîna edaletê ye. Gelek sal li ser bûyerê re derbas bû lê em niha jî doza edaletê dikin û dixwazin kiryar bên cezakirin."    'Kurê min 19 salî jî hat qetilkirin'   Bazin, şahidiya pêvajoya sala 2016'an jî kir û vê demê kurê wê jî tê qetilkirin. Bazin wiha behsa kurê xwe kir: "Dema kurê min çêbû min navê tiyê xwe Reşît lê kir, min got bila navê wî her li dinê be. Lê belê qedera kurê min û tiyê min wek hev bû. Kurê min Reşît di sala 2016’an de dema qedexeya derketina derve de li Silopiyê hat qetilkirin. Kurê min hîn 19 salî bû. Dewletê di şerê qedexeyan de di hewşa malê de Reşîtê min bi topa hewanê qetil kir. Dewlet destûrê neda Reşîtê me yê biçûk jî bijî. Ji bo kurê min jî edalet bi cih nehat. Lê ez ê heta dawiyê li pey vê dozê bim.”   ‘Zilm û zext tu carî bi dawî nebûn'   Bazin, destnîşan kir ku sal û zeman derbas bin jî hovîtî, zilm û zexta dewletê tu carî naqede û em jî wan tiştan ji bîr nakin û wiha dom kir: “Me di jiyana xwe de tu carî xweşî nedît. Min êşa welat, ax û kurê xwe dît. Dilê min dişewite. Hem gundê me wêrankirin û xirap kirin, hem jî kurê min qetil kirin. Niha tu jiyan ji bo min tuneye. Tişta ku me kurdan nedît nema. Ji ber qedexeyan em îro jî nikarin biçin gundê xwe. Kesên ku diçin jî bi destûra leşkerî dikarin biçin û bên." Bazin herî dawiyê banga bi dawîkirina zilmê kir.