Nivîskara îmze avêt danezanê: Divê em li dijî siyaseta şer bin 2022-08-20 09:03:01   STENBOL- Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk ku yek ji 308 rewşenbîrên ku îmze avêt danezana ‘nebin hevkarê vî sûcî’ wiha vegot: “Partiyên muxalîf yên li vî welatî xwe wek neynika demokrasiyê vedinasînin hun çi dikin gelo? Di 30 salên dawî de hat dîtin ku hemû pirsgirêkên vî welatî girêdayê pirsgirêka Kurd in. Ev siyaseta şer e.”   Desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî destkeftiyên Kurd di polîtîkayên şer de israr dike û ji ber vê jî kaosa li welat her diçe giran dibe. Li aliyê din jî bi hevkariya PDK’ê li hember herêma Federal a Kurdistanê li hember qadên Zap, Avaşîn, Metîna êrîş didomin, li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî amadekarî tê kirin. Bi armanca ku pêşî li êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê bê girtin 308 ronakbîr, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran metnek îmze kirin û banga rawestîna şer kirin.    Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk ku yek ji 308 rewşenbîrên ku îmze avêt danezana ‘nebin hevkarê vî sûcî’ der barê danezanê de axivî.   ‘Armanc: Astengkirina avabûna statuya Kurde’   Mukaddesê da zanîn ku Tirkiyeyê niyeta xwe li hember Rojava bi awayekî zelal aşkera kiriye û wiha got: “Bi awayekî zelal gotibûn wê nişkave operasyonê pêk bînin. Di platformên navneteweyî de gotin ‘li wir rêxistina terorê PKK heye’. Bi vê re jî dixwazin hêzên emperyal jî bigirin cem xwe. Di vê esasê de tiştên nemaye bikin tune ye. Armanca Tirkiyeyê ev e ku pêşî li statuya Kurdan bigire.  Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatî Derya Yanik jî got ‘Ji bo Kurd li Sûriyeyê statuyê negirin em li ber xwe didin’ û bi vê jî armanca xwe îtîraf kir.”   'Dixwazin ji Kurdan xilas bibin'   Mukaddesê her wiha gotinên Erdogan ên ‘Hun dizanin guleyek çend pereye’ bi bîr xist û wiha bi lêv kir: “Çavkaniyên welat hemû ji şer re tên veqetandin. Bi salan e li hember Kurdan siyaseta şer tê meşandin.Operasyonên hundir û derve li dijî têkoşîna netewî ya Kurd pêk tên. Dixwazin di vê sedsalê de ji Kurdan xilas bibin û hedefa wan ev e. Dikin jî.”   'Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye'   Mukaddesê bal kişand ser şoreşa Rojava ya bi  bedelên mezin pêk hatiye û wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye. Ji her derê cîhanê şervanên dildar tevli şoreşê bûn. Bi vî awayî veguherî karekterekî enternasyonalîst. Ev ji aliyê komên nîjadeperest yên Tirkiyeyê ve wek dijmin hatin dîtin. Divê ev bê sekinandin. Bêguman dîsa hêzên Kurd û Gelê Kurd têdikoşe. Ligel vê şoreşger, sosyalîstên Tirkiyeyê jî têkoşîna vê didin. Lê ev têr nake. Divê hemû civaka Tirkiyeyê destê xwe bike bin kevir.”   ‘Li dijî siyaseta şer bêdengin’   Mukaddesê di berdewamiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Partiyên muxalefetê bêdeng in. Me îmze avêt danezana ‘nebin hevkarê vî sûcî’. Em armanca desthilatdariyê dizanin. Em rêveberiya wan dizanin.  Partiyên muxalîf yên li vî welatî xwe wek neynika demokrasiyê vedinasînin hun çi dikin gelo? Di 30 salên dawî de hat dîtin ku hemû pirsgirêkên vî welatî girêdayê pirsgirêka Kurd in. Ev siyaseta şer e. Her kes ji vî şerî bi bandor dibe. Ev şer bi operasyonên dersînor ne sînordar e. Li welat jî ev tişt dibin. Divê Kurd bên nasîn, divê mafên wan bê radestkirin. Divê mafên nasnameya Kurdan bê nasîn. Yekane riya vê heye. Wê têkoşîn li hemû qadên jiyanê bidome.”   ‘Ocalan tê tecrîdkirin’   Mukaddesê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser îradeya Gelê Kurd û ev hişyarî kir: “Yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd tevgera têkoşîna netewî ya Kurd e. Rêberê vî gelî di bin tecrîdê de tê girtin. Gel dibêje ‘Bila tecrîd rabe Ocalan bi her kesî re hevdîtinê bike û plana çareseriya demokratîk pêk bê’. Divê her kes vê îradeyê nas bike. Divê bersiv bidin vê daxwazê. Divê her kes ji bo avakirina van şertan têbikoşe. Hewl dibe. Her kes peywira xwe bîne cih. An jî wê ev siyaseta şer bidome.”