Çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Denizliyê di roja 7'an de ye 2022-08-19 15:46:12   DENÎZLÎ - Çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Denîzliyê ku ji aliyê Songul Îlker ve bi armanca girtiyê nexweş Ekîm Polat bê dermankriin hat destpêkirin di roja 7'an de berdewam dike.   Songul Îlker a ku ji bo kurê wê Ekîm Polat bê tedawîkriin li ber Girtîgeha Denizliyê di çalakiya rûniştinê de ye got, "Bêdengiya li derve mirov ditirsîne. Divê ev bêdengî bê bidawîkirin."   Çalakiya rûniştinê ya ku Songul îlker ji bo kurê wê Ekîm polat bê dermankirin li ber Girtîgeha Tîpa T ya Denizliyê daye destpêkirin di roja 7'an de berdewam e.  Ekîm jî ji bo ku tedawiya wî bê kirin 19 roj e di greva birçîbûnê de ye.   Songul, diyar kir ku divê ji bo mafê jiyanê yê girtiyan tu kes bêdeng nemîne.