‘Veguherîna bajêr ne rant e êrişek polîtîk e’ 2022-08-19 09:01:23    Medya Uren    MÊRDÎN - Berîvan Guneş, têkildarê veguhastina bajarvaniyê ya piştî sala 2016'an nirxand û got: "Me projeyan wek projeyên rantê dinirxand, lê belê ev proje êrişeke taybet a li hemberî erdnegariya Kurdistanê bû. Jinên ku niha li dijî wan projeyan berxwedana civakê didin divê tenê neyê hiştin."    Li Amed, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê di salên 2016'an de ji ber êrişên îqtîdarê gelek cih û war hatin xirakirin, şewitandin û texrîpkirin. Gelek tax ji holê hatin rakirin. Piştî re bi navê veguhestina bajarvaniyê li cihê ku hatin xirakirin avahiyên nû hatin çêkirin. Bi taybetî jî TOKÎ hatin çêkirin. Hevseroka Odeya Plansaziya Bajêr a Amedê ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Berîvan Guneş têkildarê armanca projeyên veguhestina bajarvaniyê û çêkirina TOKÎ’yan ji ajansa me re axivî.    ‘Beriya veguherînê ev bajarê jinê bû’ Berîvan, diyar kir ku beriya qala veguhestina bajê bikin pêwîste qala dagirtina bingeha wê bê kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Piştî şerê 2016’an li ser erdnîgariya Kurdistanê talan pêkhatin û şûnwar veguherînên mezin jiyîn. Lewra şaredariyên beriya bûyeran, bi projeyên ‘Bajarên hevalê jinan’ re ji bo hemû şaredariyan weke nimûne bûn. Weke wê jî li Nisêbînê projeya jinan, di rêveberiyên herêmî de Serokatiya Polîtîkayên Daîreyên Jinan derketin. Bi van projeyan re cîgiriya jinê ya hevpar pêkhatin. Di çalakiyên pêkdihatin de nasnameya jinê derdiket pêş. Ev hişmendî bi şêweyekî li ser erdnîgariya Tirkiyê jî bandora xwe nîşan dabû. Ev projeyên li Kurdistanê pêşdiketin ji bo Tirkiyê bûn nimûne. Dema em di xala peynderê de temaşe bikin ji pêvajoya şerê 2016’an şûnve jî talaneke mezin li Kurdistanê rûda. Li Sur, Nisêbîn, Colemêrg, Gever, Şirnex, Cizîr û li gelek bajarên Kurdistanê heman polîtîkayên talanê destpêkirin.”   ‘Ne projeyên rantê, êrişek taybet bû’   Berîvan, destnîşan kir ku piştî bûyeran TMMOB û UNESCO li herêmê lêkolîn da destpêkirin û Berîvan wiha bal kişand ser lêkolînên ku hatî kirin: "Me di lêkolînên xwe de derbarê cihên ku zirer girtine rapor girt. Lê mixabin di sala 2017’an de bi biryara lezgîn ya bajarbûnê re hemû avahiyên zirer girtine û zirer negirtine hatin xirakirin. Bi taybetî li Sûr a ku di nava mîrateya cîhanê de cihdigire de talanek mezin dest pê kir. Nasname û dîrokek hezaran salan bi tunebûnê re rûbi rû hate hêştin. Ev jî li pêş çavên me hat kirin. Li Nisêbînê jî me dît ku şûnwar veguherandin tişteke din. Di serî de me van weke projeyên rantê şîrove dikir. Lê belê ger em li rewşa îro ya bajarên xwe temaşe kir em dibinin ku ev êrişeke polîtîkayên taybet e.”   ‘Mudahaleyek siyasî pêkhat’   Berîvan, da zanîn ku êdî naxwazin ji van talanan re bejin veguherîna bajarvaniyê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber ku ev li ser bajaran mudahaleyek siyasî bû. Ger me got jî veguherîna bajêr, divê nasname, çêkera civakî, çanda wê civakî esas were girtin û xebatên edilandinê pêkbê. Lê belê di rastiyê ji bo zirer were dayîna çand û çêkera civakê polîtîkayek taybet hate meşandin. Ji serî heya binî bajarek hate tunekirin. Şêwekariya bajarek ne ayîdê vê erdnîgariyê hate dirustkirin. Ya herî girîng jî bîr a civakê hate tunekirin. Di eslê xwe de xwestin ku zirerê bidin wê çêkera rêxistinkirî ya civakê jî. Çi çêkera civakî, çi hevkarî û piştevaniya civakê ya bi hev re be.”   ‘Xwestin bi êrişan gel bêdengbikin’   Berîvan diyar kir di bin navê veguherîna bajêr de me dît ku sîstem dixwaze çi bike û wiha bi lêv kir: “Ev proje ji berê de hatibûn amadekirin û sazkirin. Ev rêbazek ya tunekirinê bû. Di xebatên wan de sîstemek hebû wek mînaka ji Parîsê dizanin. Di destpêka salên 1850’î yan de waliyê bajêr ji bo serhildana karkeran bêdeng bike çêkera bajêr veguherand. Di eslê xwe de ji ber nekarîn karkeran bêdeng bikin bajêr serû binkirin. Kolanên teng xirakirin û meydanên mezin avakirin. Me mînaka vê li bajarên xwe dît. Meydanên mezin vekirine, kolanên teng xirakirine, cihek hevpar yê gel jî tûne kirine.”   ‘Civak têra xwe dikir’   Berîvan, derbarê texrîbatên ku li Nisêbînê hatî kirin de wiha axivî: "Em qala Nisêbînê bikin bi taybetî taxa Firadê para xwe ji talanê girt. Li taxê jiyanek hevpar a li gorî çanda vê erdnîgariyê dihat jiyîn. Koçeran li vî taxî bi rengekî jiyana xwe, çanda xwe dida jiyîn. Baxçeyên her malekî hebûn, tendûrên hevpar hebûn û şêniyên taxê dihatin cem hev. Di aliyê aborî, di aliye civakî de ji civak têra xwe dikir. Em dibêjin ev êrişek li dijî rêxistin û civakîbûyînê bû. Ya herî girîng jî êrişeke li dijî jinan bû. Ji di nava wê rêxistinê de xwe didît û qada xwe diafirand.”   ‘Berxwerdana jinan a civakê divê tenê neyê hiştin'    Berîvan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jin bi berxwedana xwe bi şêweyekî di nava betonan de tora xwe mezin dikin. Derdora bînayên bilin ji xwe re qad avadikin, li valetiya dîtin e çandiniyê kirine, tendurên xwe di nava bînayan de bicihkirine. Bi şêweyekî derdikevin kolanan û li ber deriye bînayan rengê xwe didin nîşandan. Pêwîste ev berxwedana jinan ya civakî bi tene neyê hêştin.”