'Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye' 2022-08-18 16:25:28       ÎZMÎR - HDP'yiyên ku i Nobeda Edaletê ya 101 roj e berdewam dike de axivîn, diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê hat destpêkirin li hemû girtîgehan belav bûye û gotin, "Kesên bêdeng dimînin hevkarên sûc in."   Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li ber Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê di roja 101'ê de berdewam kir. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Îzmîrê, gelek partîzan û parlamenter Necdet îpekyuz jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsa, "Ji girtiyên nexweş re azadî", "Bine dengê zindanan" li xwe kirin û wêneyê Aysel Tugluk hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên, "Heq, hiqûq, edalet", "Bijî berxwedana zindanan", "Ji girtiyên siyasî re azadî" hatin berzkirin.   'Daxwazên wan daxwazên me ne'   Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajêr Berna Çelîk ve hat xwendin. Berna diyar kir ku daxwazên xizmên girtiyan ên li gel zoriyan çalakiya xwe berdewam dikin ên wan in û got, "   Adalet Nöbeti'nde açıklamayı HDP İl Eşbaşkanı Berna Çelik yaptı. Her türlü işkence, kötü muamele, gözaltı ve tutuklamalara rağmen adalet mücadelesinden asla vazgeçmeyen  tutsak yakınlarının taleplerinin kendi talepleri olduğunu kaydeden Berna, İmralı özelinde yoğunlaşan tecridin bütün cezaevlerine sistematik olarak yayıldığını söyledi. Berna, “Her roj pêkanîneke nû li pêkanînên dijmirovî yên li dijî girtiyan tên kirin zêde dibe. Cezayên dîsîplînê yên keyfî li girtiyan tên birîn. Girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe diyar dikin ku lêdan li wan tê kirin û mafên wan ên bidestxistina pirtûk, rojname û kovaran hatine desteserkirin. Girtiyên ku li dijî van îşkenceyan li ber xwe didin û têdikoşin, Bi pêkanînên kêfî re rûbirû dimînin û cezayê hucreya yek kesî li wan tê birin. Mafê jiyanê yê girtiyan tê xespkirin."   43 girtiyan jiyana xwe ji dest daye   Bernayê bi bîr xist u di 8 mehên ewil ên 2022'yan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û got ku Aysel Tugluk a bi nexweşiya Demansê ye terkî mirinê hatiye kriin. Berna wiha dirêjî da xaftina xwe , " Çevîk Bîr ê ku cezayê muebetê lê hatibû birîn, bi nexweşiya Ayselê bû lê hat berdan. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê hiqûq li gorî kesan tê guhertin û tune ye. "   Kesên bêdeng dimînin hevkarên sûc in''   Parlamenter Necdet Îpekyuz jî got, "Dayik 101 roj e ji bo edaletê û ji bo zarokên li ber xwe didin.  Li hemberî îqtîdara AKP'ê heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome. Ev salek e em dibêjin lê herkesî guhê xwe girtî ye. Kesên ku dengê dayikan nabihîzin hevkarên sûc in."