Cenazeyên ku li Morgê dihatin girtin li goristana bêkesan veşartin 2022-08-18 15:35:09     MÊRDÎN - Sê cenazeyên şervanên HPG’ê yên di şerê 28’ê tîrmehê de li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Bêksan hatin veşartin.    Li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye di 28’ê tîrmehê de di navbera şervanên HPG’ê û leşkerên tirk de şer qewimîbû. 3 şervanên HPG’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê dihatin ragirtin. Heta îro kesî ji bo cenazeyan serlêdan nekir. Nehat zanîn cenaze aydê kê ne û nasnameya wan eşkere nebû. Cenaze di kontrola polîsan de ji morgê hatin wergirtin û birin li Goristana Bêkesan a navçeya Artûklûyê veşartin.    Herwiha heta niha 48 cenaze li vê Goristana Bêksan hebûn bi van her sê cenazeyan re hejmar gihîşt 51 cenazeyan.