TAJÊ: Doza Axînê doza bi hezaran jin û zarokên êzidiyan e 2022-08-18 14:04:42     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ’ê derbarê kuştina zaroka bi navê Axîn a li kampa Herêma Federel a Kurdistanê de daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li pêy doza bi hezaran zarokên êzidî yên weke Axînan bin.   Li kampa Herêma Federal a Kurdistanê di 4’ê mehê de bav û zaroka wî ya 6 salî Axîn winda bû. Piştî çend rojan bi agahiyekî cenazeya bavê Axîn hate dîtin. Piştî çend rojên din cenezeya Axîn ya 6 salî hat dîtin û li ser laşê wê şopên destdirêjî hat dîtin. Piştî vê bûyera hovane heya niha jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandina vê bûyera hovane çênebûye, lêpirsîn nehatiye destpêkirin, sûcdar nehatine dîtin û bicezakirin. Derbarê mijarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî da.    Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Jinan a bajarê Şengalê hat dayîn û endama TAJÊ’ê Wedha Şengalî metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em sersaxî ji malbata Axîn re dixwezin. Eger îro zarokeke êzidî ya 6 salê tê revandin û destdirêj li wê zarokê tê kirin, tu hesab ji tecawizkar û kujer nayê xwestin, tê wateye ku fermana 75’an li ser civaka me rabûye. Civaka me ya li kampên başurê Kurdistanê de jiyan dikin bila bes e serê xwe bitewînin. Bes e bê rumetiyê ji xwe re qebûl bikin.”   Jin û zarokên me yên êzidiyan bi salan e tên revandin û bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Ev jî hemû ji ber baweriya me ye. Ev bûyera bê exlaqî û dijmirovî berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye. Dixwazin vîn û rumeta me bişkînin. Lê em weke dayikên Şengalê tu carî serî natewînin û ji civaka xwe re jî serî tewandin qebûl nakin. Dibe ku kujer hatiye girtin lê  em dîroka PDK’ê baş nasdikin ku hesab ji kujeran naxwezin bi taybet eger li dijî civaka me pêk hatibe. Lewma em dibêjin ew kesên ku vê buyera bê exlaqî kirine lazime bên cezakirin.   Em her li pey doza bi hezaran jin û zarokên êzidyan bin. Dibe ku cîhan li hember vê buyerê bê deng e, lê em dayikên Şengalê tu car li hember ne heqî û bê exlaqî bê deng namînin. Em weke dayîk jî her li peyî doza Axîn û Cîlanan in, tu car dev ji berxwedana xwe bernadin.”