Li herema Rîsorê birîna daran berdewam dike 2022-08-15 18:47:47   ŞIRNEX – Li herêma Rîsorê carek din birîna daran dest pê kir.   Li herêma Besta ya Şirnexê ev 2 sal in bi destê cerdevanan û di bin çavderiya leşkeran de dar tên birîn. Heta niha li herêmê bi hezaran darên emrê wan sedsal derbas kiriye hatin birîn û li derveyî bajêr hatin firotin.   Li herêma Rîsor a ser bi Herêma Bestayê û qadeke berfireh vedihewîne. Rîsor ku navê xwe ji axa sor digire, ev 2 sal in bi hezaran darên berû ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn. Li herêmê di her 400 metreyî de kalekol hatiye çêkirin.   Li Rîsorê demek bû dar nedihatin birin, çarek din birîna daran dest pê kir. Kamyon û TIR’ên dar barkiri çarek ji herêmê derdikevin.