ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-15 09:00:00     *Jinên navçeya Şêrewa ya Efrînê têkildarî êrİşên dewlata tirk û girtina qada hewayî ya ji dewleta tirk re ev  tişt anîn ziman: "Dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaram dike û sivîl dibin hedefa topên dewleta tirk. Ji ber vê yekê divê ku qada hewayî li pêşiya dewleta tirk bê girtin." BI DÎMEN    *Parêzer Gulîstan Ataş têkildarî qeyûmên ku di sala 2019’an de tayînê şardariyên HDP’ê hatin kirin de axivî û got: “Dema ku li Kurdistanê hilbijartin çêbibe dê HDP dîsa bi ser keve. HDP û gel wê têkoşîna xwe bi her awayî bidomînin." BI DÎMEN    * Gulîzar Karaman a ji mirinê rizgar bûyî, diyar kir ku bila Azîz û yên wek wî ji girtîgehan dernekevin, bila jinek din neye qetilkirin û got: "Ger ez bimrim ne tenê jinek dimire, bi min re malbatek û wijdanek dimire. Ger dengê we niha dernekeve bila piştî mirina min jî dernekeve. Ez bang li serdozger, parêzer, rêxistinên jinan û partiya dikim. Bila jinek din neye qetilkirin." BI DÎMEN    *Hevşaredara Agiriyê Mukkades Kubîlay ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû û 5 sal û nîve li Sîncanê girtiye divê di 4’ê tebaxê de bihata berdan lê ji aliyê Saziya Şopandin û Îdarî ve bi hinceta rewşa baş tune nehat tahliyekirin. Hevjînê wê Bayram Kubîlay da zanîn ku yek ji hinceta netahliyekirina Mukkadesê jî cezayê dîsîplînê yê li dirûşmeya ku nehatiye berzkirin, hatiye birînê ye. BI DÎMEN    * Nûnera TÎHV a Stenbolê Umît Efe da zanîn ku îşkence li dayikên di "Nobeta Edeletê" de bûne hatiye kirin sûce û wiha got: “Em daxwazên dayikan dubare dikin. Em daxwazên wan diparêzin. Em ê heta dawî ligel wan bin. BI DÎMEN    *Aktîvîsta Afgan Wahîda Amîrî der barê tiştên ku jinên Afgan dijîn de axivî û got: “Em jinên Afgan hikûmeta Talîban nas nakin û ji wê tiştekî naxwazin. Êdî ne xema me ye ku hikûmet me dibihîzin an na. Em dixwazin cîhan dengê me bibîze." BI DÎMEN    *Jinên ku tevlî Mîhrîcana "Huner şerê hebûna azadiyê ye" bûn diyar kirin ku pir çandî Projeya Neteweya Demokratîk e û gotin: "Divê em çand û hunera xwe biparêzin." BI DÎMEN