Salîha Aydenîz: Heta ku tecrît neyê şikandin ev kaos jî bi dawî nabe 2022-08-14 14:34:45     ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li Êlihê axivî diyar kir ku heta ku tecrît neyê şikandin dê ev kaos bi dawî nebe û got: " Tecrît li dijî mirovahiyê ye sûcek mezin e. Heta ku tecrît hebe li vî welatî tu kes nikare behsa azadî û demokrasiyê bike.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo Rêxistina DBP’a Êlihê kongreya tayînkirinê li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran û Mehmet Ruştî Tiryakî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandî ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER), Arî-Der, Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-Der), hevserokên Şaredariya Êlihê yên ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, endam û rêveberên Elih û navçeyên wê û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Di eywanê de pankarta “Bi civaka rêxistinî re ber bi jiyana azad” û “Li hember şer, tundî û xizaniyê dem dema azadiya jinê ye” hatin daliqandin.    Kongre piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamenterê Êlihê Ayşe Acar Başaran axaftina ewilî kir û anî ziman ku dê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin êriş, binçavkirin û girtinanan.     ‘Gelê Êlihê serî netewand’   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinê û got: “Êlih di aliyê rêxistinbûyînê de xwedî cihek girîng e. Îro kongreya ku li vir hat lidarxistin ve me bersivê da polîtîqayên binçavkirin û girtinê. Gelê Êlihê carekedin nîşanda ku ew serî natewînin.”   ‘PDK tifaqa Gelê Kurd asteng dike’   Salîha, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava, Mexmûr û Şengalê û wiha axivî: "Li wan herêman Tirkiye çekên kîmyewî bikar tîne. Em li dijî vê tu carî bêdeng nabînin û bi bertek in. Armanca wan ew e ku Gelê Kurd tune bikin. Ev sed sal in ev êriş li dijî Gelê Kurd tê meşandin. Êrişên ku îro li Başûr tê meşandin di encama xiyanetê de tê kirin. Li dijî vê xiyanetê li çar aliyê Kurdistanê dê gel hesabê bipirse. PDK îro xiyanetê dike. Ji bo tifaqa Gelê Kurd astengiya herî mezin niha PDK bi xwe ye. PDK dijminê li dijî destkeftiyên Gelê Kurd e. Lê belê bila ew baş bizanibin ku ne bi xiyanetê û ne jî bi çekên kîmyewî nikarin têkoşîna me bidin sekinandin. Vê têkoşînê dê Gelê Kurd bi dest bixe. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê dê bi ser keve. Ên ku xiyanetê dikin dê winda bikin.”   ‘Hemû cîhan deyndarê berxwedana Rojava ye’   Salîha, destnîşan kir ku li hemberî êrişan dûritiya hemû dewletan heye û wiha bi lêv kir: Hemû dewlet daxwazên Tirkiyê erênî dibînin. Li dijî van êrişan helwesta sê mêymûnan nîşan didin. Hemû cîhan deyndarê berxwedana Rojava ye. Êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê carek din bi awayeke hov zindî bû. Ev zindî bûn bi xwe re carekedin êrişan anî. Tirkiye û hemû dewletên kapîtalîst ji bo ku vê rêxistinê zindî bikin çi ji destên wan bên dikin. Li dijî Gelê Kurd hêrsa wan ew qas mezin e ku zindîbûna DAIŞ’ê ji bo wan girîng e. Li dijî vê rêxistinê têkoşîn û berxwedana me dê mezin bibe.”   ‘Sûcê mirovahiyê tê kirn’   Salîha, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev tecrîda girankirî hîn berdewam dike. Heta ku tecrît neyê şikandin dê ev kaos bi dawî nebe. Tecrît li dijî mirovahiyê ye û sûcek mezin tê kirin. Bi pêvajoya 2013’yan ve bi sekna Birêz Ocalan ve demokrasî gavek pêşket. Lê belê kesên ku tehemûlê vê nekir li dijî demokrasiyê şer dan destpêkirin. Li dijî aştiyê şerê faşîzan dan destpêkirin. Bi van êrîşan ji aboriyê bigire hemû qadan de xwe dide hîskirin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe berxwedana Gelê Kurd dê berdewam bike. Li dijî qirkirinê divê demildest tecrîda ser Ocalan bê rakirin. Partî û kesên mûhalîf li dijî vê tecrîdê divê dengê xwe derbixin. Heta ku tecrît hebe li vî welatî tu kes nikare behsa azadî û demokrasiyê bike.”   Piştî axaftinan di kongreyê de Rûkiye Onat Gonul û Burhan Eglentî wek hevserokên DBP'ê yên bajêr hatin îlankirin.   Kongre bi stranên hûnermend Şerzat û gerandina govendê bi dawî bû.