ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-14 09:00:00     *Jinên ku beşdarî perwerdeyên ji aliyê Weqfa Jina Azad tê dayin, dibin bang kirin ku hemû jin beşdarî perwerdeyê bibin û wiha gotin:"Werin Weqfa Jina Azad û tu sînoran ji xwe re nekin asteng." DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku biryara rakirina destnedana Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, polîtîkaya tecrîdkirin û çewisandinê ya li hember tevgera jinan e û wiha vegot: “Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Tu car em ê şûnde gavê neavêjin. Em vê helwesta faşîzan qebûl nakin. Bi berxwedan û sekna xwe em ê qezenc bikin.” DÎMEN HEYE   *Tevî ku siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nexweşa demansê ye ji girtîgehê nayê berdan. Bertekên li dijî vê her diçin mezin dibin. Ji Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban der barê mijarê de axivî û got ev tê wateya ku ji jina kurd tol tê girtinê. DÎMEN HEYE   * Jineke di 19 salî de hat girtin û bi têkoşîn û berxwedana xwe wek şitlekê li ber deriyên hesin diyar bû. Sekna wê, dilê her kesên ku dildarê azadiyê re ronî kir. MEDYA KRÎTÎK   * KCD, TJA, DBP û HDP, bi dirûşma “Li dijî mêtingeriyê, azadiya civakî” li Êlihê şahiya gel li dar dixe. (11.00) BI DÎMEN